Mûxalefeta Sûriyeyê li ser paşeroja Sûriyeyê diaxivin

Mûxalefeta Sûriyeyê li ser paşeroja welêt li Eyn Îsayê komxebatekê li dar dixe.

Komxebata duyemîn a li ser paşeroja Sûriyeyê, li bajarê Eyn Îsa yê Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. Mûxalefeta Sûriyeyê bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li hev civiya.

Ji partî û komên mûxalîf ên li hemû herêmên Sûriyeyê 100 delege tevlî komxebatê bûne. Komxebat piştî danasîna delegeyan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Tevî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Tartûs, Şam, Lazkiye, Hûms, Hama, Şehba, her wiha ji Bruksel, Elmanya, Swîsre, Tirkiye, Lubnan û Misrê, 90 nûnerên gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî, Ermenî û Tirkmen ên mûxalefeta Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûne.

Komxebat bi sernavê "Sûriyeyî bi Sûriyeyiyan re diaxivin" pêk tê. Hevserokên MSD'ê Riyad Derar û Emîne Omer destpêka komxebatê axivîn.

Komxebat wê dur ojan dewam bike û mijarên "Rewşa însanî ya li Sûriyeyê, modela rêveberiya Sûriyeyê, rewşa aborî ya li Sûriyeyê, destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê, rewşa jinên li Sûriyeyê û hevkariya rêxistinên mûxalîf ên Sûriyeyî" bên nirxandin. Komxebata yekemîn 19'ê Tîrmehê pêk hatibû.

NÛNERÊN RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYE JÎ WÊ LI HEV RÛNÊN

Li aliyê din, dewletên Rûsya, Îran û Tirk jî wê sibe li paytexta Kazakîstan Astanayê li ser mijara Sûriyeyê li hev rûnên. Rojeva bingehîn a hevdîtina li Astanayê wê Îdlib be. Li gorî saloxan, Rûsya wê di vê hevdîtinê de soza dewleta Tirk a beriya niha li ser 'jihevcihêkirina komên çekdar ên li Îdlibê' bike mijara nîqaşê.