Muslim: Mîna li Kobanê plana wan têk çû

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku mîna êrişa li ser Kobanê êrişa dawî ya li Hesekê jî parçeyek ji plana mezin e û weke li Kobanê ev plan jî hate têkbirin.

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir k Kobanê ji bo Kurdan nîşaneya rûmet û berxwedanê ye.

Salih Muslim bi wesîleya salvegera paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê, ji ANF'ê re axivî û li ser sedema êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî Kobanê wiha axivî: "Dema ku mirov bala xwe bidin ser neşxeya wê demê, wê were dîtin ku ji rojavayê Serêkaniyê heta Efrînê herêm di destê DAÎŞ'ê de bû. Li ser sînor tenê Kobanê mabû. Ji b têkiliya van bajaran hemûyan bi hev re deynin, diviyabû Kobanê bihata xistin. Ji bilî vê yekê alternatîfeke din ji bo wan tune bû. Yên din hemû teslîm bûbûn, ji Cerablûsê heta rojavayê wê; Ezaz û Minbicê hemû di destê DAÎŞ'ê de bûn. Li aliyê başûr jî Sirrîn û Reqa di destê wan de bûn. Li rojhilat Serêkaniyê, Girê Spî di destê DAÎŞ'ê de bûn. Tenê Kobanê mabû. Ji ber vê yekê giranî dan ser Kobanê ku dagirkeriya xwe bidomînin û li ser temamiya herêmê serwer bin... Êriş di vê çarçoveyê de hate kirin. DAÎŞ wê bihata vê derê, piştre jî Tirkiye û komên din ên çete ku ava kiribû wê ji DAÎŞ'ê dewr werbigirta û bi vî rengî rêveberiya li gorî dilê xwe ava bikira. Plan ev bû. Tirkan, OSO û DAÎŞ'ê dixwestin ku bi hev re êriş bikin, Kobanê bifetisînin û teslîm bigirin."

'NÎŞANEYA SERKETIN Û ŞOREŞÊ'

Muslim destnîşan kir ku bi berxwedaneke mezin ev plan hate têkbirin, li Kobanê ya ku Şoreşa Rojava lê dest pê kir, DAÎŞ serberjêr bû, têk çû û got, "Ji ber vê yekê Kobanê bûye sembol. Hem sembola şoreşê bû hem jî ya serketinê. Lewma di hedefa her kesî de Kobanê heye. Rejîma Sûriyeyê yekemcar ji wir hate derxistin. Rûsya ji ber ku piştgiriyê dide rejîmê vê bi kar tîne. Tirkiye jî ji bîr nake ku planên wê li vê derê hatin têkbirin. Lewma ji bo Tirkiyeyê bûye meseleyeke rûmetê, di nava lêgerîn û hewldanên tolhildanê de ye. Her firsendê dibêje ku wê Kobanê bi dest bixe."

Muslim anî zima ku ji aliyê têkiliyHên navneteweyî û têkiliyên nava Kurdan ve Kobanê xwedî roleke mezin e û got, "Ji bo Kurdan jî Kobanê bûye meseleya rûmetê. Kurdan li her derê piştgirî dan Kobanê. Yekîtiya Kurdan li Kobanê bû sembol. Ji ber vê yekê dixwazin ji holê rake û efsaneyê tune bike. Lewma heta jê tê êrişî Kobanê dike."

ÊRIŞÊN LI HESEKÊ PARÇEYEK JI PLANA MEZIN E

Salih Muslim li ser êrişa li dijî girtîgeha li Hesekê jî ev nirxandin kir: "Planeke mezin bû, DAÎŞ'ê tecrûbe û piştgiriya xwe xiste dewrê. Dema wê, roj û saeta wê jî berfireh bû. Ji ser nexşeyê diyar kiribûn ku wê kîjan saetê lê bixin, çawa lê bixin û ji ku birevin. Planek bû ku zêdeyî 6 mehan hate amadekirin û hemû detayên wê hatin hesabkirin. Yên ji girtîgehê birevin wê bi ku ve bibin, kî wê wan pêşwazî bike, wê biçin malan an jî deverên din; wê çawa birevin Tirkiyeyê, çawa birevin Serêkaniyê, ev hemû hatibûn plankirin. Hewldan vê yekê pêk bînin, lê têk çûn. Çawa ku li Kobanê pêşveçûna Kobanê hate şikandin, li Hesekê jî metotên wan ên duyemîn hate şikandin. Hem ji bo DAÎŞ'ê hem jî ji bo piştevanên DAÎŞ'ê bû dersek. Planek ku pêwendiya xwe bi biryarên Astanayê ve hebû; parçeyek ji plana têkbirina sîstema Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bû. Berî wê ambargo danîn, li her derê deriyên sînor girtin, tevî çeteyên Tirkiyeyê ji hemû eniyan êriş kirin. Ev yek jî darbeyek bû. Plan hate pûçkirin."