Mudaxeleya demografîk a li Efrînê hate protestokirin
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê mudaxeleya demografîk a li Efrînê şermezar kir.
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê mudaxeleya demografîk a li Efrînê şermezar kir.
Rêvberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê bicihkirina filistiniyan û guhertina demografîk a li Efrînê şermezar kirin.
Daxuyanî li Kampa Serdem bi beşdariya koçberên Efrînê û nûnerên Rêveberiya Xweser daxuyanî hate dayîn. Endamên Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Nebo û Rêgaz Lolo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên di navbera netewperest û tevgerên radîkal de, li ser hesabê gel didome û wiha hate gotin: “Koçberên Efrînê yên li Şehbayê, partî û sazî sûcê guhertina demografiyê bi destê dewleta Tirk a faşîst li Efrînê û bi taybet gelê Kurd û bicihkirina filistiniyan bi piştgiriya Qeterê û hin aliyên Fîlîstînî, şermezar dikin û lanetê lê dikin.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan hate şermezarkirin û hate got: “Em bêdengiya wan şermezar dikin û daxwaz dikin ku binpêkirinên hatine kirin, bên belgekirin û tomarkirin û di demeke nêz de bê aşkerakirin. Ji raya giştî re jî bê ragihandin û hesab ji kujeran were xwestin.”