MSD: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrîşên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide

MSD’ê bertek nîşanî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî avahiya Federasyona Gaziyên şer li Qamişlo da û diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyan a li Qamişlo di 11'ê Sibatê de daxuyaniyek da. MSD’ê anî ziman ku hedefgirtina navenda gaziyan mezintirîn sûcên dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê ye û got: “Ev peyameke zelal e ku dewleta Tirk hîn jî piştgiriyê dide rêxistina terorî ya DAÎŞ'ê.”

MSD’ê, êrîşa hovane şermezar kir û got: “Ji ber ku endamên wê navendê ji ber tevahî cîhanê ve şer kirine û beşên laşê xwe dan. Em bang li Kaolîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dikin ku li kêleka hevkarên xwe ku li dijî terorê şer kirine bisekinin û li hember hovîtiya Tirkiyeyê a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke cidî nîşan bide.”

MSD’ê bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê û Komkara Dewletên Ereban jî kir ku ji bo bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên li dijî xaka Sûriyeyê xwedî li erkên xwe derkevin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de MSD’ê bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê red bikin û tev li diyaloga nîştimanî ya ku MSD'ê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê daye destpêkirin bibin, ji ber ku ew rêya tekane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk û hemû hêzên biyanî ye.”