MSD: DAÎŞ sûdê ji nakokiyên di navbera hêzên li herêm û dinyayê distîne

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê sûdê ji nakokiyên di navbera hêzên li herêm û dinyayê digire û ji ber vê êrişên xwe didomîne.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro daxuyaniyek da û qala êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û êrişa li ser îstasyona kehrebeyê ya li gundê Gir Kendal ê Dêrikê şermezar kir.  

Meclisê di daxuyaniya xwe de behsa êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û diyar kir ku Hêzên Sûriya Demkratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser ew êriş têk bir, dîsa girtîgeha kontrol kir û gelek çete girtine.

ÊRIŞA DAÎŞÊ GUHERÎNEKE XETERNAK E

MSD’ê di daxuyaniya xwe de êrişa DAIŞ’ê wek guherîneke xeternak bi nav kir û destnîşan kir ku DAIŞ’ê bi vê êrişê nîşan da ku dikare xwe li herêmê ji nû ve bi rêxistin bike û hewl dide erdnîgariyekê bi dest bixe da ku îdeolojiya xwe lê belav bike.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de got: “DAIŞ’ê sûd ji nakokiyên di navbera hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn, rojhilatê Ewropayê û Afrîkayê de girt, bi taybet nakokiya di navbera aliyên ku mudaxeleya Sûriyê kirine ku heta niha tu pêşketineke siyasî bi dest nexistine. Her wiha sûd ji xitimandina asoyên çareseriyê li Sûriyeyê û civînên navneteweyî yên bêencam ên li Cenevre û Astanayê, dijminahiya gelek hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk a li dijî Rêveberiya Xweser, her wiha êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî QSD’ê û rewşên siyasî yên nearam li Iraqê piştî hilbijartinên dawîn girt û firsend dît ku xwe bi rêxistin bike. Dema ku hewl da li Hesekê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bike di heman demê de êrişî hêzên Iraqê jî kir.”

MSD’ê daxuyand piştî ku ‘projeya lihevkirinan’ bi bin ket, hikumeta Şamê jî hewl da sûdê ji van êrişan bigire xwest vî tiştî di plana xwe ya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar bîne. 

MSD’ê di daxuyaniya xwe de êrişa dawîn a li ser gundewarên Dêrikê, hedefgirtina stasyona kehrebeyê ya gundê Gir Kendal şermezar kir.

MSD’ê bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYE û Rûsyayê kir ku bila li gorî agirbesta di Cotmeha 2019’an de tevbigere.  MSD’ê di heman demê de bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku mudaxele bike û rê li pêşiya siyasetên dijminane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bigire.

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku bi hesasî nêzî dosyaya DAIŞ’ê bibe, li hember vê xetereyê desteka pêwîst pêşkêş bike.

MSD’ê pêwîstiya avêtina gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve destnîşan kir û got: “Divê ev çareserî li gorî lêvegerên navneteweyî pêk were, di serî de jî biryara 2254’an. Ji bilî çareseriya siyasî û veguherîna demokratîk, tu rê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û tunekirina DAIŞ’ê tune ne.”