Mihemed Weys: Bi saya fikrên Rêbertî em bi xwe hesiyan

Rewşenbîrê Ereb Mihemed Weys diyar kir ku ew ji pirtûkên Abdullah Ocalan bandor bûye û got: "Bi saya fikrên Rêbertî em bi gelek tiştan hesiyan ku haya me jê tunebû."

Endamê rêveberiya hevbeş a desteya çand û huner a bajarê Efrînê Mihemed Weys ji ANF'ê re axivî û wiha got: "Wekî mirovekî Ereb û rewşenbîr ji Sûriyeyê li Rojhilata Navîn, em weke gelên ku xwe bi azadî û fikirên şaristanî ve girê didin, bi şaristaniyê bandor bûne. Di riya Herîr re hemû çand û ziman û şaristanî hatiye pevguhertin, ev hemû ji ber dewlemendiya şaristaniyê û pêşketina bajarê Mezopotamyayê hatiye. Her wiha gelek şaristanî ji vê erdnîgariyê sûd wergirtine. Her çawa ev der rastî gelek şoreşan hatiye weke şoreşa H.z Ibrahîm û şoreşa H.z Mihemed, her wiha gelek feylesûf tê de jiyane. Ji wan feylesûfan; yê xwediyê fikira xwişk û biratiya gelan, felsefeya netewa demokratîk, sosyolojiya azadiyê, feylesûf Rêber Apo ye, ev serok û rêberê gelan hêja ye ku em xwe pê bibînin û wî ji xwe re bikin mînak da ku jiyana me rast bimeşe. Bi riya fikirên wî em dikarin nakokiyan bi dawî bikin, bi riya fikir û felsefeya wî sîtemkariya li ser jinê bi dawî bû, rola ciwanan bêhtir li pêş ket. Li gorî nêrîna min Rêber Apo wekî rewşenbîrekî Ereb û wekî mirovekî ku baş li rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nêriye, armanca wî tenê ronîkirin û zindîkirina fikirên azad e. Rêber Apo baweriyên şaş di nava civakê de sererast kiriye."

Mihemed Weys ragihand ku civaka wan di gelek komkujiyan re derbas bûye ku ji van jî komkujiya Ermen û Çerkesan e û wiha pêde çû: "Lê fikirên Rêber Apo mînak û çareseriya herî bingehîn e ji bo van komkujiyan. Fikrê xwişk û biratiya gelan ji bo xilasbûna ji sitemkariyê riya çareserkirinê ye. Her wiha ji ber belavkirina fikirên wî li seranseriya Rojhilata Navîn, MÎT a Tirk û Israîlê ji vê yekê tirsiyan û wî bi komployeke navnetewî dîl girtin. Rêber Apo tu astengî nedanî pêşiya tu kesî. Her wiha li dijî têgînên qewitandin û beradanê bû. Di riya projeya netewa demokrat, civak ji xirabkirin û ketinê parast. Ew li dijî fikirên dogmetîk e yên ku civakê weke robot dibîne. Her wiha dibêje ku gelek kesên xirab ew nameyên asîmanî guhertine da ku karibin civakê kontrol bikin. Ew li dijî her mirovên ku li dijî rastiyê derdikevin e. Her wiha li dijî zilamên olî yên ku civakê ji xwe re dikin lîstok, derdikeve. Bi saya fikrên Rêbertî em bi gelek tiştan hesiyan ku haya me jê tunebû."

Mihemed Weys destnîşan kir ku jin bi saya Rêber Apo bi hêza xwe hesiya û ev tişt got: "Rêber Apo bi hemû hêza xwe li dijî her curezilman sekinî û têkoşîn kir. Rêber Apo di fikir û pirtûkên xwe de behsa jinê dike ku divê mafê wê yê rewa jê re were dayîn. Ji ber di her qonaxekî de jin rastî xirabî û stemkariyê hatiye. Lê rêber Apo têgîna stemkarî û zilmê ji holê radike da ku jin jiyana xwe ya azad bijî.

Divê em li pey şopa fikrên Rêber Apo bimeşin û fikirên wî ji xwe re bikin ders. Fikirên wî ne tenê ji bo jinên Rojhilata Navîn e, ji hemû jinên cîhanê re ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelan e. Haya min ji gelek şêniyan tune bû, min bi naskirina Rêber Apo re gelek tiştên nû keşf kirin. Zanista wî pir dewlemend e. Rêber Apo ji tevahî civakan re bûye şewq û ronahî. Heta ku em jinê baş nas bikin û rola wê di civaka xwe de nas bikin, divê em li fikirên Rêber Apo vegerin. Her wiha ez bang li saziyên navneteweyî dikim ku azadiya Rêbertî mîsoger bikin."