Mexdûrekî qirkirina Ermenan qala Efrînê kir

Mistefa Evdilkerîm derbirî, gelê Efrînê li Şehbayê bi şertên dijwar berxwedaniyeke mezin dike û got, "Em ji xaka xwe dûr ketin, lê Efrînî ji xaka xwe dûr neketin. Berxwedaniya xwe didomînin û wê dîsa li Efrînê vegerin."

Dr. Mistefa Evdilkerîm  ji bilî bavê wî hemû endamên malbata wî jiyana  xwe dest dane û li Sûriyê hatiye dine. Evdilkerîm li Dêrikê ji bavekî Ermen û dêyeke Kurd ku ji qirkirinê xilas bûyî hatiye dine. Niha li Qamişlo doktoriyê dike. Evdilekerîm dibêje ew di şexsê bavê xwe de travma û bêwelatiyê hîs dike.

Evdilkerîm çîroka bavê xwe dibêje û diyar dike ku tişta ku li Ermenan kirin 1938’an li Dersimê, 2014’an li Şengalê, 2018’an li Efrînê li gelê Kurd kirine.

‘TENÊ BAVÊ MIN JI QIRKIRINÊ XILAS BÛBÛ’

Evdilkerîm dibêje bavê wî dema qirkirina Ermenan 6 salî bûye. Evdîlkerîm  bavê xwe bi bîr tîne û dibêje, ‘’Dema 1015’an, dema qirkirinê bavê min tim digot,’’ Dive em hemû bi heman alî de biçin da ku şansê me yê xilasbûnê zêdetir bibe’’. Ji bo vê jî tim bi aliyekî de diçûn. Xwîşka bavê min, zavayê wan û zarokên wan bi cihekî dî de çûne. Bavê min, kale min û pîra min jî bi aliyê Sûriyê de çûne. Di rê de kalikê min jî dikujin, dê û bavê wî dimînin. Bavê min bi rê de tim destê diya xwe girtiye.’’

Evdilkerîm dibêje dema ku bavê wî û pîra wî digihîne sînore Sûriyê pîra wî dikujin û gotina bavê xwe wiha vediguhezîne,’’Min bi destê diya xwe digirt. Diya min kuştin.’’ 

‘DEWLETAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE ÇAVÊ XWE JI QIRKIRINÊ RE GIRT’

Evdilkerîm got pêvajoya Şerê Cîhanê yê 1’ê Osmaniyan ji bo berjewendiya xwe çavê xwe ji qirkirina Ermenan re girtiye û got, ‘’Dema Şerê Cîhanê yê 1’ê Elman û Tirkan tifaq danîbûn. Ji bo vê jî Elman bûne hevkarê Qirkirina Ermenan. Ermenî dihatin sûcdarkirin û digotin bi Rûsan re hevkariyê dikin. Dewletên dî çima naaxivin. Bi qirkirina wê demê zanîbûn. Bi Amerîka, Fransa û Ingilîzan re belgeyên qirkirinê hene. Çavê xwe girtin, berjewendiyên wan wiha hewce dikir.’’

‘HER DEMÊ JI BO KU QIRA GELAN BÎNIN HINCET DÎTIN’

Dr. Mistefa Evdilkerîm got hebûna Osmaniyan û dewleta Tirk xwe dispêrê dagikeriyê û domand, ‘’Cihê ku dewleta Tirk li ser dimîne jixwe ne ya Tirkan e. Ew ji Asyaya Naavîn hatin e, jixwe bi rengekî dagirker hatine. Xaka Tirkiyê xaka Yewnan, Ermen û Kurdan e. Ev xak bi komkujiyan standin. Pêşî êrîş anîn ser Yewnanan, piştre birin ser Suryan, Asûr û Kurdan.’’

Evdilkerîm bal kişande ser dagirkerî û komkujiya li Efrînê û got, ‘’Îro jî di şexsê Erdogan û AKP’ê de heman tişt didomin. Bi hinceta xwedêgiravî ‘’PKK li wir e’’ nehatin Efrînê? Lê ev ne rast e. Em niha li vê derê gelê Sûriyê ne. Ev xak a me ye. Hê jî guleyek ji aliyê Rojava bi ser Tirkiyê de neçûye. Lê her demê ji bo ku qira gelan bînin hincet ji xwe re peyda kirin.’’

‘MÎNA QIRKIRINA ERMENAN ÇAVÊ XWE JI DAGIRKERIYA EFRÎNÊ RE JÎ GIRTIN’

Dr. Evdilkerîm bêdengiya li ser dagirkerî û qirkirina li Efrînê û ya li ser qirkirina Ermenan şibande hev û got, ‘’Ne Amerîka û ne jî hêzên koalîsyonê ne jî Rûsya ji bo qirkirinê û hilweşandinê tiştek nekirin. Ti dewletê li ser êrîşa li ser Efrînê neaxivîn û helwest nîşan nedan’’. Evdilkerîm bal kişande ser pêşketina ragihandinê ya serdema niha û got, ‘’Di rewşeke wiha de ku medya ev çend aktîf û geş e, di rewşeke wiha de ku dinya ev çend pêş ketî ye, li ber çavê her kesî ev tişt bi Efrînê kirin. Me di dîmenan de dît bê ka çawa sivîlek ji ser traktora wî avêtine û kuştin. Me dît çawa jin birin, kincên YPJ’ê li wan kirin û gotin ‘’Ev YPJ’yî ne.’’

‘EM JI XAKA XWE DÛR KETIN LÊ EFRÎNÎ DÛR NEKETIN’

Dr. Mistefa Evdilkerîm got dewleta Tirk bi êrîş û qirkirina li ser Efrînê weke tişta ku  1915’an li Efrînê kirin xwestin ku gel bitirsînin, wan bidin revandin û bi demografiyê bilîzin, ‘’Çawa ku qira Ermenan anîn û xwestin demografiya cografyaya Ermenan biguherînin, niha jî dixwazin bi demografiya Efrînê bilîzin.

Mixabin wê demê ji bo Ermenan berxwedan pir zehmet bû û Ermenan li ber xwe nedan. Lê îro daxwaza min ji gelê Efrînê ew e ku li Şehba û Til Rifatê nêzî Efrînê bimînni. Bila qet ji Efrînê dûr nekevin. Mirov dema ku ji xaka xwe dûr dikeve tine dibe. Em Ermen ji xaka xwe dûr ketin, me winda kir, em winda bûn.’’

‘DIVÊ GELÊ ERMEN LI PIŞT GELÊ EFRÎNÊ BE’

Evdilkerîm got, ‘’Em 7 sal in li bi biratiya gelan dijîn. Îro Kurd, Ereb, Sûryan dikarin binivisîn û bijîn. Ermen, Tirkmen û Çerkez jî di nav vê de ne. Em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Em naxwazin Sûriyê parçe bikin. Erdogan dixwaze Sûriyê parçe bike. Dixwaze Sûriyê parçe bike û tevlî nav xaka xwe bike.’’

Dr. Mistefa Evdilkerîm herî dawî bang li gelê Ermen kir ku pişta gelê Efrînê bigirin û got, ‘’Ez Ermen im û bang li hikûmeta Ermanî dikim. Çi di qada dîplomasiyê de, çi di qada navnetewî de bila alîkariyê bi Efrînê re bikin. Bila dengê wan bidin bihîstin. Komkuiya îro ne tenê li ser Kurdan e, siberojê wê qira ke bînin ne diyar e. Em hemû bi hev re hedê Osmaniyan bi wan bidin zanîn.’’