Meşa dirêj a ciwanan gihişte Tirbespiyê
Baskê meşa dirêj a ciwanan a bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qamişlo hata Dirêkê destpê kir, gihişte Tirbespiyê.
Baskê meşa dirêj a ciwanan a bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qamişlo hata Dirêkê destpê kir, gihişte Tirbespiyê.
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya pêngava KCK'ê ya bi diruşmeya "Bes e tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke dirêj ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve dan destpêkirin. 300 ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din beşdarî meşê bûn.
Meşa ku vê sibeha ji bajarê Qamişloyê destpê kir, gihaşt navçeya Tirbespiyê.
Ciwan li çerxerêya Azadî ji aliyê şêniyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.
Meş wê sibe sibeha ber bi bajarê Dêrikê ve dewam bike.
Li gorî komîteya rêxistinkirina meşê, meş wê 3 rojan dewam bike.