Mehmet Xan vegotina serpêhatiya şoreşê ye

Ji meşvanên dirêj ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Xan yek ji mînakên serpêhatiya Şoreşa Rojava ye.

9 sal in şoreşa li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye, xet û felsefeya wê gelekî têne nîqaşkirin. Heta niha gelek êriş li Şoreşa Rojava bû. Yên ku şoreş pêk anîn jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo parastina şoreşê li ber xwe dan, bi gavekê jî ji têkoşîna xwe venegeriyan.

Baş e ev şoreş xwe dispêre kîjan xet, îdeolojî, felsefe û feraseta azadiyê? Ev xet, îdeolojîk, felsefe bêguman xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Sîstema ku wî ji bo gelan, çandan, hemû pêkhateyên etnîkî û baweriyan danî bû. Hîmên vê sîstemê jî bi xwe danî û ava kir.

Ev gava ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê çend xwendekaran ve hate avêtin bandor li tevahiya Bakur kir. Generalên faşîst ji bo pêşî lê bigirin darbeya leşkerî kirin. Beriya darbeya leşkerî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2'ê Tîrmeha 1979'an ji Pirsûsê derbasî Kobanê bû. Ev xeta xwe ya şoreşa demokratîk û azadîparêz ji Bakurê Kurdistanê bi vê gavê derbasî herêma Rojhilata Navîn kir. Rawestgeha destpêkê jî Rojava bû.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kobanê derbasî Lubnanê bû, xeta şoreşê jî bênîqaş derbasî herêmê bû. Rêberê Gelê Kurd derbasî Lubnanê bû jî destpêkê li Rojava dest bi birêxistinkirina gel kir. Bi vê yekê re xwest nîşan bide ku xeta şoreşê bi rêxistiniyeke afirîner, gelparêz û rasteqîn dikare bi cih bê anîn. Ji bo vê jî yek bi yek bi mirovan re eleqedar bû û di nava gel de bû cihê baweriyê.

Ji ber vê yekê divê were dîtin ku hîmên bingehîn ên şoreşa ku 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê hatin danîn ji aliyê yek bi yek mirovên hatin birêxistinkirin ve hate danîn. Bi mirovên ku yek bi yek li Kobanê, Dêrik, Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Serêkaniyê, Efrînê û her devera Rojava hatin birêxistinkirin, tovên şoreşê li nava xakê hatin reşandin. Ev tov şîn bû û kir ku Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêk were.

YEK JI YÊN DESTPÊKÊ BIRÊXISTIN BÛ: MEHMET XAN

Bêguman li her devera Rojava ji destpêka salên 1980'î ve mirov hatin birêxistinkirin û qezençkirin. Ji bo têkoşîna şoreşê jî tevlî kar hatin kirin. Ti ji wan xwe ji kar venegirtin. Beşeke mezin ji wan heta dawiya emrê xwe di vê rêyê de meşiyan, di pêkhatina şoreşê de bi rola xwe rabûn, hinekan ji wan ev roj nedîtin, hinekan jî piştî ku gotin 'dawiya dawî me ev roj dît' û piştî salek- du salan jiyana xwe ji dest dan. Her yek ji wan bûn şoreşgerên mezin ên serdema xwe û nifşên ku Şoreşa Azadiyê ya 19'ê Tîrmeha 2012'an pêk anîn, afirandin. Yek ji van kesan jî Mihemed Mahmûd ê ji Kobanê ye. Mihemed Mahmûd bi navê Mehmet Xan tê naskirin, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd ev nav lê kiriye.

Mehmet Xan sala 1960'î li gundê Qeremoxê yê Kobanê ji dayik bû. Li heman gundî dest bi xwendina dibistanê kir. Hem ji ber şert û mercên aboriyê, hem jî ji ber ku li gundê wan û li Kobanê derfetên xwendinê bi têrkerî tune bûn, tenê 8 salan çû dibistanê.

Mehmet Xan di dema ciwantiya xwe de ji ber ku li Kobanê derfetên kar tune bûn ji bo kar çû Şamê. Lê belê beriya ku biçe Şamê navê PKK'iyan weke 'heval' dibihîze. Haya xwe ji komên ji sînorê Bakur derbasî Rojava bûn, çêbû lê belê derfet nedît ku wan nas bike. Li Şamê di nava şert û mercên gelekî giran de xebitî, bi vî rengî zarokên xwe xwedî kir û hewl da paşerojekê ji wan re çêbike. Gelekî zor û zehmetî dît. Li Şamê demekê li gel xizmên xwe dimîne, lê belê piştre malekê çêdike û heta sala 1983'an lê dimîne.

PKK'IYÊ KU DESTPÊKÊ NAS KIR HASAN BÎNDAL E

Piştî ku têkoşîna gerîla di 15'ê Tebaxa 1984'an dest pê kir di jiyana Mehmet Xan de gelek tişt têne guhertin. Çend meh piştî destpêkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hevalekî wî tê ji Mehmet Xan re dibêje, "Hinek li vir hene, dixwazin te bibînin û nas bikin". Mehmet Xan jî tevî çend hevalên xwe diçe gel PKK'iyî ku piştre hîn dibe Hasan Bîndal e. Dibîne ku yên diçin wê derê ne tenê ew in. Hasan Bîndal bi yên hatine re civînê çêdike. Mehmet Xan û çend hevalên wî piştî çend saetan ji wir diçin. Axaftina Hasan Bîndal gelekî bandorê li wan dike. Ewqasî bandorê li wan dike ku Mehmet Xan piştî çend roja careke din diçe dîtina Hasan Bîndal.

DEMA KU TEVLÎ KAR BÛ BAVÊ 5 ZAROKAN BÛ

Mehmet Xan bi pêşniyara Hasan Bîndal tevlî karên partiyê dibe. Dema ku tevlî kar dibe bavê 5 zarokan e. Ji aliyekî ve li înşaetê dixebite û zarokên xwe xwedî dike, li aliyê din jî beşdarî karên rêxistinî dibe. Ji ber ku berê li nava civakê dihate qebûlkirin, her tiştên ku ew dibêje ji aliyê her kesî ve bi erênî tê dîtin. Vê demê gelekî dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê jê re tê gotin, 'zarokên te hene, lewma nabe'.

Dema ku PKK'iyan nas dike, dema çûyîna leşkerî ye. Ji ber ku mafê xwe yê dawî yê taloqkirinê bi kar anî bû, neçar dimîne ku biçe leşkerî. Neçar dimîne ku 2 salan ji rejîma Sûriyeyê re leşkeriyê bike. Li nava leşkeriyê jî hewl dide Kurdan bi rêxistin bike, têkiliya hinekan ji wan bi PKK'ê re datîne. Heta ku leşkerî diqede bi vî rengî karê xwe dewam dike.

OCALAN NAS DIKE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemcar sala 1989'an dibîne. Bi wesîleya salvegera damezrandinan partiyê tevlî civînê dibe û li wir dibîne. Di civînê de komeke gerîla jî heye. Ocalan dibîne ku Mehmet Xan jî di wê civînê de heye. Di civîna du saetan de qala dîroka Kurdistanê û rewşa gel dike. Di dawiya civînê de jî dipirse ku pirsa kesî heye yan na. Mehmet Xan jî dibêje ku dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî jê re dibêje, "Zarokên xwe mezin bike, wan bike şoreşger, em hemû bi hev re biçin."

SÊ ZAROKÊN WÎ TEVLÎ NAVA GERÎLA BÛ

Zarokên wî mezin dibe û sê zarokên wî tevî birayê wî tevlî nava refên gerîla dibe. Ew bi xwe jî karên rêxistiniyê dewam dike. Remzî Avci sala 1992'an dema ku ji zindanê derdikeve derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz dibe. Mehmet Xan ji wî re jî dibêje ku dixwaze biçe çiyê. Remzî Avci jê re dibêje, 'em ê te derxîne'. Mehmet Xan çenteyê xwe amade dike û li hêviyê disekine. Hingî kampa li Lubnanê tê girtin. Dema ku kamp tê girtin di Cotmeha 1993'an de li Şamê kampeke nû tê çêkirin. Ji bo çêkirina vê kampê jî destpêkê Mehmet Xan diçe. Ji bo kamp di demeke kurt de biqede 24 saetan dixebite. Ji ber ku yên karên çêkirina Akademiya Mahsûm Korkmaz ji Bakur bûn, ji Mehmet Xan dixwazin ku ji ber ji Rojava ye, karên têkiliyên derve bimeşîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema çêkirina kampê de serdana akademiyê dike. Ji sala 1993'an heta 1998'an karên kampê hemû ji aliyê Mehmet Xan ve tê çêkirin. Li gel vê yekê ajokariyê ji Rêberê Gelê Kurd re dike. Sala 1998'an piştî ku Komploya Navneteweyî dest pê kir kamp hate girtin, Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji Mehmet Xan re dibêje, "Ev der mala te ye. Mala xwe bîne û li vir binere." Piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê derket, Mehmet Xan heta demekê li kampê ma. Di vê navberê de ji zarokên wî yên tevlî nava gerîla bû Qehreman sala 2003'an li Kelareşê şehîd bû.

Ji meşvanên dirêj Mehmet Xan û yên mîna wî nîşaneya wê yekê ne ku hîmên bingehîn ên Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çawa hatiye danîn. Mehmet Xan, sê zarokên wî, birayê wî û gelek xizmên wî yên tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn, vegotina tovên şoreşê ne.