'Meha Gulanê rastiya hebûna birûmet û binirx e'

Fermandarên YPJ’ê li ser Meha Gulanê û berxwedêrên destpêkê yên jin ên YPJ’ê axivîn, ku di nav refan de jiyana xwe ji dest dane. Fermandaran diyar kirin şehîdbûna di ber azadiyê de nirxek û rûmeteke pir mezin e.

Fermandarên Yekîneya Jinê (YPJ) li ser meha Gulanê, ku bi rengê Meha Şehîdan tê naskirin axivîn û berxwedêrên pêşî yên YPJ’ê bi bîr anîn.

Fermandara YPJ'ê Rojda Efrîn li ser meha Gulanê wiha axivî: Meha Gulanê rastiya hebûna birûmet û binirx e. Meha gulanê meha şehîdan e û di nav dîrokê de berxwedêrên azadiyê bi heqîqeta şehîdbûnê û têkoşîna xwe hatine asteke pir bilind. Jin her dem di jiyanê de hatin çewisandin lê bi heqîqeta YPJ'ê re têkoşîna jinê xwe dîsa nû kir. Di dîroka Kurdistanê de jinên wekî Zarîfe, Besê, Leyla Qasim, Mîna Qazî, Gulnaz Xanim ji siberoja gelê Kurd re bûn ronahî û bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Ew şopdarên heqîqetê bûn û dîrok ji nû de dan nivîsandin. Em ê jî şopdarê wan û şopdarên şehîdên meha gulanê bin û têkoşîna wan biparêzin. "

‘DI ŞEXSÊ HEVALÊN MIZGÎN Û AYTENÊ DE EM TÊKOŞÎNA ŞEHÎDÊN GULANÊ BI BÎR BÎNIN’

Fermandara YPJ'ê Zinarîn Kobanê jî got ‘'Di şexsê hevalên Mizgîn û Aytenê de em têkoşîna Şehîdên Gulanê bi bîr tînin. Îro YPJ bi dilekî pak û têkoşer rêya şehîdên gulanê dişopîne û YPJ îro bi têkoşîna xwe ya bêhempa li cîhanê tê nasîn. YPJ ji nirx, maf û jiyana hemû jinên cîhanê re xizmetê dike. Îro em bi şopandina rêya şehîdên xwe û bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistiniya xwe dikin û axa xwe diparêzin. Heta em hatin vê astê me bedelên gelek mezin dan lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Hêzên enternasyonalîst jî feyzê ji me digirin û îro cihê xwe di nav me de digirin. Kesayetên wek heval Hêlîn, Amara Ereb, Viyan Qamişlo, Zîlan Ereb her dem di pêş de cihên xwe digirtin. Divê em xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin û ala wan hilgirin."