Meclîsa PYD’e ya Firatê: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Meclîsa PYD’ê ya Herêma Firatê bi wesîleya salvegera 7’emîn a rizgarbûna Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir wê modela rêveberiya xweser biparêzin.

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê li Qada Azadî kom bûn û bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê û salvegera 8’an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê daxuyanî da.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa daxuyanî xwend û wiha got: “Bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê û salvegera 8’an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê, em şehîdên Kobanê û fedakariyên wan bi bîr tînin. Ev fedakarî, xeta rastîn a berxwedanê ji bo avakirina rêveberiyeke azad a gelan diyar kir. Ev her du bone û projeya Rêveberiya Xweser bûn bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk û ji bo cîhanê bi giştî û mirovahiyê bû mîras.

Ji destpêka şoreşa bihara gelan li herêma Rojhilata Navîn, partiya me ji bo parastina aştî û rewabûna şoreşê û parastina destkeftiyên şoreşê roleke çalak di birêxistinkirina civakê de lîst.

Di pêkanîna projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan de bi erka xwe rabû. Ji ber wê dijminên gelên herêmê êrişî vê projeyê kir, di sêrî de dewleta Tirk a dagirker ku bi rêya çeteyan hewl da vîna gelên herêmê têk bibe. Lê di vê hewldana xwe de bi bin ket. Ji ber wê hêzeke hovantir bi navê DAÎŞ’ê bi erêkirineke herêmî ava kir. Gotin wê Kobanê di demeke kin de bikeve, lê berxwedana Kobanê û seferberiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kobanê ragihandiye, Kobanê kir qadeke Kurdistanî û di encama hevgirtina berxwedana Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û birayên me yên Ereb bi projeya neteweya demokratîk, şervanên enternasyonalîst, bi desteka Koalîsyona Navneteweyî û komeke pêşmergeyan Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an bi ser ket û bû destpêka bidawîbûna DAÎŞ’ê.

Piştî wê, dewleta Tirk yekser mudaxele kir û bakurê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir. Bi hemû rêbazan çi bi rêya dorpêçê yan jî şerê taybet hewl da vê tecrubeyê tune bike û vîna wê ya azad kontrol bike.

Em van her du boneyan li gelê xwe û hemû hezkiriyên mirovahiyê li cîhanê pîroz dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin di sêrî de hêzên garantor, erkên xwe bînin cih, herêmê biparêzin, rê nedin destwerdana dewleta Tirk û desteka wê ya ji DAIŞ û komên terorsît re rawestînin. Em soz didin gelê xwe û mirovahiyê bi giştî ku em ê wefadarê şehîdên xwe bin û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em ê rêya şehîdan bişopînin.

Em soz didin gelê xwe ku rizgarkirina herêmên dagirkirî dê rojeva sereke ya partiya me be.”