Çalakiya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîla yên di destê PDK'ê de ne dest pê kir, di roja 77'an de ye.
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê îro serdana çalakiyê kirin. Xizmên şehîdan pêşwazî li endamên meclîsê kirin.
Birayê ji gerîlayên li Xelîfanê di kemîna PDK'ê de şehîd bûn Yûsûf Îbrahîm (Serdem Cûdî) Newaz Îbrahîm li binê konê çalakiyê axivî. Newaz Îbrahîm diyar kir ku malbatên şehîdan dixwazin cenazeyên xwe werbigirin û got, "Em şehîdên xwe dixwazin. Eger em nikaribin cenazeyên xwe werbigirin ev ê ji me re bibe hesret. Şehîd Serdem birayê me yê herî biçûk bû. Rojek nîne ku ez û xwişk û birayên min nagirîn."
Newaz Îbrahîm anî ziman ku eger cenazeyên şehîdan bêne dayin wê ji bo Rojava û Başûr gavên erênî bêne avêtin û di dawiya axaftina xwe de got, ew bi birayê xwe serbilind e.
Di dawiya axaftinê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.