Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hate avakirin

Ji aliyê hêzên leşkerî yên li herêma Tebqayê ve Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hate avakirin.

Li Tebqayê ji aliyê hêzên leşkerî ve bi merasîmekê avakirina Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hate ragihandin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Tebqa, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Fermandarên Kooalîsyona Navnetewî, hêzên ewlehiyê û rûspiyên aşirên li herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemd Rewf axivî, spasiya beşdarvanan kir û bal kişand li ser girîngiya avabûna meclîsa leşkerî. Rewf got; “Piştî ku hêzên QSD’ê herêm ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir, pêwîstî bi hêzeke heye ku sînro û gelan li dijî her êrîşekê biparêze.”