Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo cezakirina dewleta Tirk bang li NY kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bang li rêxistinên neteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir bila çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê bidarizînin û hesap ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li pêşiya avahiya Komseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Nûnerên tevgerên jinan ên serbixwe û endamên partiyan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de meclisê daxuyaniyek da. Berdevka meclisê Lîna Berakat daxuyanî xwend.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de got: “Çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê bombeyên demkî ne û kengî derfet bibînin, êriş dikin. Vê yekê li girtîgeha Xiwêran a Hesekê rû da”

Meclisê bi bîr xist ku ruxmî bangewaziyên QSD, Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl, lê civata navneteweyî rewşa van çeteyan paşguh kir û destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Hesekê maskeya li ser rûyê gelek aliyan rakir ku ew li dijî herêmê ne.

Meclisê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê gelekî xeternak in, bi taybet dema ku DAIŞ li herêmê serwer bû, jinan gelek êş kişandin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi rêya daxuyaniya xwe ev bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir û got “Ji bêdengiya xwe derkevin, bi rola xwe rabin, rêgez û pîvanên xwe yên mirovî, hiqûqî û exlaqî bînin cih. Bêdengiya we delîla tevlêbûna we di vê êrişê de ye.

Divê rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û xêrxwaziyê, sûcên li dijî maf û qanûnên navneteweyî tên kirin belge bikin, hesab ji sûcdaran bixwazin, dadgehên navneteweyî ava bikin da ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidarizînin.

Divê sekreterê giştî yê NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, civata navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwazin û wê neçar bikin ku hêzên xwe yên êrişkar ji Sûriyeyê vekişîne, êrişên xwe yên domdar rawestîne. Êdî eşkere bûye ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ’ê û wan li ser axa xwe perwerde dike. 

Divê aliyên Sûriyeyê bi taybet piştî bûyerên dawîn û rewşên aborî û mirovî yên dijwar dest bi diyalogê bikin û ji bo ku pêşerojeke demokratîk ji hemû welatiyan re dabîn bib divê Yekîtiya Sûriyeyê biparêzin.”