Meclîsa Hesekê: Em kujerên Hermas û Xidêr şermezar dikin

Meclîsa Kantona Hesekê qetilkirina Hevseroka Meclîsa Til Şeyir û cigira wê şermezar kir.

Kesên nenas Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El Şayir a Navçeya Deşîşa ya başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letîf El Xidêr duh bi şev (Înê) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Her du jin ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin.

Li ser mijarê Meclîsa Kantona Hesekê îro bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Meclisê got ew sûc jî li “Dîroka terorîstan a reş” hate zêdekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina tirsê di nava şêniyan de ye.

Meclisê di daxuyaniyê de got: "Komên terorîst şevê din her du hevalên Seda Feysel El Hermas û Hind Letîf El Xidêr ku hevseroka Meclisa Til El Şayir û cîgira wê bûn, revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Piştre bi guleyan qetil kirin.”

Meclisê wiha domand: "Ev sûc di asta yekemîn de jinên li herêmê hedef. Jinên ku xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û tevlî xebatan bûn, roleke aktîf di civakê de dileyîzin, çekan radikin û parastina xak û gelê xwe dikin."

Her wiha meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de da diyar kirin ku ev sûc projeya Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û wiha dom kir: “Ev sûc diyar dike ku hêzên terorîst di pêkanîna armancên xwe yên li herêmên me de bin ketine. Ji ber wê jî berê xwe didin sûcên bi vî awayî da ku careke din hebûna xwe vejînin.

Em bi navê meclisa Kantona Hesekê vî sûcî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata her du şehîdan re dixwazin. Em bang li hemû jinên xebatkar dikin ku ji planên bi vî awayî ku dixwazin îradeya jinan bişikînin û dengê wê qut bikin, baldar bin.

Em banga xwedîderketina li QSD’ê û sekna li hemberî xirakirina aramiya li herêmê dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî hemû kesên ku gefan li aramî û aşitiya li herêmê dixwin, bisekinin û li dora hêzên xwe kom bibin.”