BI DÎMEN

'Me rastiya Newrozê bi PKK'ê fêhm kir'

Mihemed Mehmûd ê 66 salî anî ziman ku Newroz li Dêrikê mîna pîknîkê dihate pîrozkirin û got, "Bi PKK'ê re me wateya Newrozê ya di dîrokê de fêhm kir. Ji pîknîkê veguherî berxwedanê."

NEWROZ Û BERXWEDAN

Mihemed Mehmûd (66) ji gundê Berav ê Dêrikê ye. Di sala 1986'an de bi rêya cîranê xwe komeke biçûk a 'telebeyan' nas kir. Mihemed sala 1986'an de li gundê Qesirdîbê di pîrozbahiya Newrozê de cara yekê navê PKK'ê bihîst. Mihemed ku PKK nas kir tevlî nava karên girseyê bû. Bi milîtanên PKK'ê re mal bi mal geriya, tevkariyeke xurt kir ku PKK li Dêrikê bê bihîstin.

Mihemed ku sala 1990'î de tevlî nava karên çand û hunerê bû got, "PKK partiya kedkaran e. Taybetmendiya herî diyarker a bala min kişand ew bû ku mirovên xizan û kedkar li dora PKK'ê diciviyan. Di salên 1990'î de ji bo karên çand û hunerê bigihînim girseyên berfireh tevlî vî karî bûm. Ji aliyekî ve min hewl da debara malbata xwe bikim, li aliyê din jî ji bo parastina çanda xwe tevlî nava karên çand û hunerê bûm."

NEWROZ BI RUHÊ ŞOREŞGER HATIN PÎROZKIRIN

Mihemed anî ziman ku Newroz li Dêrikê bi eşqeke mezin hate pîrozkirin û got, "Newroz bi ruhekî şoreşger dihatin pîrozkirin. Me sê mehan amadekarî ji Newrozê re dikirin. Piraniya pîrozbahiyên li Dêrikê bi rêya komên çand û hunerê dihatin lidarxistin. Li gel zextên rejîma Baasê jî amadekarî ji bo Newrozê dihatin kirin. Li gel girtin, êşkence û mirinê jî me amadekariyên xwe ji bo Newrozê dikirin. Çawa ku pîrozbahiyên Newrozê bi eşqeke mezin dihatin kirin, amadekariyên wê jî bi heman coş û kelecanê bûn. Her roj bi 24 kîlometreyan em diçûn û tevlî karên amadekariya Newrozê dibûn."

JI PÎKNÎKÊ BER BI BERXWEDANÊ

Mihemed destnîşan kir ku rengê pîrozbahiyên Newrozê bi PKK'ê re guherî û got, "Berê jî Newroz dihate pîrozkirin lê belê bi giranî weke pîknîkê dihate pîrozkirin. Bi PKK'ê re me wateya dîrokî ya Newrozê fêhm kir. Em bûn şahidê wan Newrozan ku ji pîknîkê veguherîn berxwedanê. Dema ku gel rastiya Newrozê fêhm kir hîn bi xurtî tevlî bû. Gelek caran baran dibariya. Rê herî bû, wesayit nikarîbûn biçûna, lê belê girseya gel a dihat Newrozê wesayita xwe disekinand û bi meşê xwe digihand qada Newrozê."