‘Me bi ruhê şerê gelê ê şoreşgerî dorpêç û her cure êrîş pûç kirin’
Mireş Şiblî diyar kir ku wan li dijî dorpêç û her cure êrîşê rêya berxwedanê hilbijartiye û got: “Doza me ji bo azadiyê ye, berdêla wê çi be jî em ê bidin.”
Mireş Şiblî diyar kir ku wan li dijî dorpêç û her cure êrîşê rêya berxwedanê hilbijartiye û got: “Doza me ji bo azadiyê ye, berdêla wê çi be jî em ê bidin.”
Ji destpêka şoreşê ve gelek êrîş li ser herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin. Piştî van êrîşan jî dorpêçek ji aliyê Hikumeta Şamê ve hate destpêkirin. Îsal jî ji ber zivistana sar gelê herêmê ji madeyên sotemeniyê, ard, derman û pêdiviyên jiyanî jî bêparin. Hevserokê Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Mireş Şiblî axivî, têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.
Şiblî bilêv kir ku piştî berxwedaniya ku li herdu taxan hate raberkirin dest bi ambargoyê jî hat kirin û wiha got: “Her ku diçe ev ambargo giran dibe. Em ji gelek aliyan ve hatin dorpêçkirin. Gelek hêz jî êrîşê herdu taxên biçûk kirin. Gelek hêzên çekdar jî êrîşî wan destkeftiyên me kirin, lê gelê me bi hemû hêza xwe li hemberî van êrîşan sekinî û bi ruhê netewa demokrat ev êrîş hatin têkbirin."
Şiblî anî ziman ku wan bi ruhê şerê gel ê şoreşger dorpêç her cure êrîş pûç kirin û wiha pêde çû: "Hikumeta Şamê hemû aliyên me dorpêç kirine. Heta bi firqeya çaran a hikumeta Şamê ku li ser benda Kontrolê ne. Nahêlin pêdiviyên jiyanî yên mîna dermanên ji bo nexweşiyê, ard û madeyên sotemeniyê derbasî herdu taxan bibe."
Mireş Şiblî ev tişt ragihand: “Em xwedî dîrokeke kevnar in. Vaye di taxeke biçûk de tevahî netew hene, ev ji hikumeta Şamê re tirseke. Gelê me li hemberî DAÎŞ’ê serî hilda û me bi ruhê yekîtiyê dawî li DAÎŞ’ê anî. Me rêya berxwedanê hilbijartiye. Vaye dewleta Tirk a dagirker jî bi rojane êrîş dike. Hemû binesaziyan dike hedefa xwe, li asîmanan dagirkeriya Tirk êrîş dike û li erdê jî hikumeta şamê em dorpêç kirin. Lê tenê doza me ji bo azadiyê ye, berdêla wê çi be jî em ê bidin."