Mazlûm Ebdî li dijî vîrûsa koronayê bang kir

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li dijî vîrûsa koronayê bang kir. Ebdî got, "Di vê pêvajoya hesas de em dibêjin, kedkarên tenduristiyê fermandarên me ne."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî têkildarî gefa vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek bi dîmen weşand û bang kir.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li dijî vîrûsa koronayê ev bang kir:

"Weke ku em hemû ji nêz ve dişopînin vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê bi lez belav dibe. Her çend vîrûs bi rengekî fermî niha li herêma me nehatibe dîtin jî gef heye. Li dijî vê yekê Rêveberiya Xweser hin biryarên tevdîrê wergirtin.

Divê em hemû xwedî li biryarên tevdîrê yên Rêveberiya Xweser derkevin û bi cih bînin. Ji ber ku derfetên herêma me kêm in, tevdîra herî mezin xweparastina ji vîrûsê ye.

Parastina bajar têrê nake divê em malbata xwe, derdora xwe, dost û hevalên xwe jî ji vîrûsê biparêzin, lewma divê em biryarên hatine girtin yek bi yek bi cih bînin.

Em dibêjin, di vê pêvajoya hesas û krîtîk de kedkarên tenduristiyê hemû fermandarên me ne. Em têkoşîna wan silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji kedkarên tenduristiyê re bibe alîkar û nehêle vîrûs li herêma me belav bibe."