Mazlûm Ebdî: Êrîşên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li Şengal, Dêrik û Mexmûrê daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê qels dike.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li Şengal, Dêrik û Mexmûrê daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê qels dike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li Şengal, Mexmûr û Dêrikê daxuyanî da.
Ebdî, di daxuyaniya xwe de got: "Ev êrîş, tên wateya ragihandina şer. Sivîlan ber bi xetereyê ve dişînin û têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike. Gefên terorê zêde dibin, lewma berpirsiyariya mezin a pêşîlêgirtina van êrîşên dewleta Tirk, dikeve ser milê şirîkên me yê koalîsyonê."