Mamostayên Reqayê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Mamostayên Reqayê yên ku nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da, li dijî binpêrkirinên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî da.

Bi dehan mamostayên bajarê Reqayê ku li ber avahiya Yekîtiya Mamostayan a navenda bajêr kom , têkildarî binpêkirin dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Mamsotayên Reqayê Ehmed El-Deyf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tirkiyê hîna kiryarên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ev kiryar bandoreke neyinî li tevahî qadên jiyanê kirin. Bi taybet perwerde û dibistan ên ku çavkaniya zanistanê ji hezaran xwendekaran re bûn ên ku niha koçber bûne hate sekinandin."

Mamosteyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide tevlîheviyê derxîne û bi rêya guhertina demografîk nasnameya herêmê biguhere û ev hate gotin: "Em gelê Sûriyê ji berê ve li ser vê axê dijîn. Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin li hemberî sûc û qirkirinê li dijî gelê Sûriyê tê kirin, ji bêdengiya xwe derkevin."