Mamosteyên Amûdê behsa pergala hîndekariyê kirin
Mamosteyên bajarê Amûdê qala pergala hîndekariyê kirin û gotin, “Armanca me ya sereke, xwendekar û nifşek nû ya xwedî prensîbên civaka demokratîk avakirine.”
Mamosteyên bajarê Amûdê qala pergala hîndekariyê kirin û gotin, “Armanca me ya sereke, xwendekar û nifşek nû ya xwedî prensîbên civaka demokratîk avakirine.”
Di 18’ê Mijdarê de peymangeha amadekirina mamosteyan a li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê perwerdehiya komek xwendekar ên beşên werzîş, bîrkarî, fîzîk, kîmya û zanyarî bi dawî kir. Mamosteyên ku tevlî perwerdehiya branşan bûn û li dibistanan mamostetiyê dikin, ji ajansa ANF’ê re li ser girîngiya ziman, têkiliya di navbera xwendekar û mamoste û pergala hîndekariyê de axivîn.
Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a bajarê Amûdê Ehmed Mecîd Îsmaîl, anî ziman ku wan ji bo mamosteyên nû dibistanên ku lê bixebitin diyar kirine û got, “Li bajarê Amûdê û gundewarên wê 26 mamosteyên ku ji peymangeha amadekirina mamosteyan derçûne, kar dikin. Beriya serê salê dê perwerde ji bo mamosteyên nû were dayîn. Di perwerdehiyê de wê li ser beşên mîna pedagoji, danûstandin, rexne, rexnedayîn, kêmanî, daxwazên şagirtan û pêdiviyên mamosteyan were rawestandin.
‘ZIMAN NASNAME, DÎROK Û ÇAND E’
Mamosteya Beşa Bîrkarî ya Dibistana Ehmedê Xanî ya bajarê Amûdê Maya Derwîş Mihemed jî, da zanîn ku dijmin bi her awayî êrîş li dijî civakê pêk tîne û got ku ew jî li hemberî wê bi perwerdekirinê hewl didin têbikoşin û civaka xwe xurt bikin. Mihemed got, “Dijmin nikare pêşiya xelayên me bi êrîşên xwe bigire. Ji ber ku em di çarçoveya pîvana Neteweya Demokratîk ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye diyarkirin, jiyana xwe dimeşînin. Em îro bi zimanê dayikê li dibistanan perwerdehî didin û me bi zimanê xwe yê dayikê xwend. Ziman nasname, dîrok û çand e. Mirovê ku bi zimanê xwe nezanibe, divê qala hebûna xwe neke. Ji ber ziman hebûn e. Li dijî dijmin serî rakirin, pêşî bi parastina ziman pêkan e.”
‘HEWCEDARIYA HEMÛ ZAROKAN BI HEZKIRINÊ HEYE’
Mihemed ferqa di navbera dibistanên rejîmê ya Sûriyeyê û ya herêmên Rêveberiya Xweser wiha rave kir, “Di dibistanên hikûmeta Sûriyeyê de, zextên derûnî û tundî hebû. Me bi dehan cureyên êşkenceyê dîtin. Ji feleqeyên binê lingan heta şeqemê ji lêxistina destan heta cezayên bi saetan ser lingekî rawestan, me didît. Lê îro li dibistanên herêmên Rêveberiya Xweser têkiliyek xwezayî ya li ser esasê hezkirin û danûstandinê pêş dikeve. Hewcedariya hemû zarokan bi hezkirinê heye. Ji ber vê yekê ferq nexistina nava xwendekaran pîvanek me ya serekeye. Banga min ji tevahî jinan re ew e ku ji bo siberojek bi hêz li ber xwe bidin û xwe pêş bixin.”
‘SIBEROJ WÊ BI XWENDEKARÊN NÛ YÊN KU BI ZIMANÊ XWE DIXWÎNIN RONÎ BIBE’
Mamosteya Dibistana Ehmedê Xanî ya Beşa Zanyarî Zeyneb Yûnis Umer ku ji pêkhateya Ereb e, destnîşan kir ku armanca wan a sereke ligel mamosteyên Kurd têgînên wekhevî û hevgirtinê pêş bixin û bidin rûnişkandin û wiha got, “Bi saya berdêlên giran îro pergalek a perwerdehiyê ku bi hezaran xwendekar lê tên perwerde kirin hate avakirin. Tevî êrîşên dewleta Tirk ku armanc tinekirina gelê herêmê ye, em li warê xwe bi şêwayên cuda li ber xwe didin. Me soz daye şehîdên xwe ku em ê teqez serkeftinê bi dest bixin. Em di wê baweriyê de ne ku siberoj wê bi xwendekarên nû yên ku bi zimanê xwe dixwînin, wê were ronî kirin. Mamostetî ne karekî hêsan e. Xebatek tejî ked dixwaze.”
Umer, her wiha bal kişand ser rola jinan ya di nava qadên civakî de û got ku îro jin di qadên rêveberî, çandî, perwerdehî, aborî, ekoloji û hemû beşan pêşengiyê dikin.
Mamosteyê Beşa Zanyarî Dilovan Luqman Kêfo jî ev tişt gotin, “Em ji ber zimanê xwe gelekî serbilind in. Raste, em rastî gelek tundiyan hatine, lê belê hêza me ya berxwedanê xurtire. Armanca me ya sereke, xwendekar û nifşek nû ya jêhatî û xwedî prensîbên civakî avakirine. Encax wê demê em dikarin encam bigirin. Em bi hev re li ser armancekî dimeşin yan serkeftine yan serkeftin e.”