Mamoste Osman Dadelî li ser gora xwe hat bîranîn
Şehîd Osman Dadelî yê ku sala 2008’an di encama êşkenceya rejîma Baasê de şehîd bû, li ser gora xwe ya li gundê Dadelî yê rojava Kobanê hat bîranîn.
Şehîd Osman Dadelî yê ku sala 2008’an di encama êşkenceya rejîma Baasê de şehîd bû, li ser gora xwe ya li gundê Dadelî yê rojava Kobanê hat bîranîn.
Îro 18’ê Sibatê salvegera 15’emîn a şehîdbûna Osman Mihemed Hecî (Osman Dadelî) ye ku wek “Mamoste Osman” tê naskirin. Osman Mihemed Hecî di sala 2008’an de di encama êşkenceya rejîma Baasê de şehîd bû.
Bi vê boneyê bi sedan welatiyên Kobanê û nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û saziyên sivîl berê xwe dan gundê Dadelî yê rojavayê bajarê Kobanê da ku beşdarî merasîma bîranînê ya Mamoste Osman bibin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo tevahî giyanê şehîdan, Encumenê Partiya Yekîtiya Demokrat Ehmed Xoce axivî û got: “Mamoste Osman bi dilnizmiya xwe û kesayetê xwe yê civakî di nav gel de dihat naskirin. Mamoste Osman ew kesê destpêkê bû ku tevlî tevgera azadiyê bû. Lewma di gelek zordariyan de derbas dibû lê ev tişt zora Rejîma Baasê diçû. Bi roj û şevê xwe bêyî ku bêje ez westiyam têdikoşiya. Bi hemû enerjiya xwe timî dixwest xizmetê ji bo gel bike.”
Xoce got ku rejîma Baasê gelek zordariyê li Mamoste Osman dike û wiha bilêv kir: “Piştî du heyv û 21 rojan bi êşkence û lêdanê derbas dibin, mamoste Osman şehîd bû.”
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî axivî. Eyşe Efendî diyar ku Mamoste Osman tenê riya îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şopand.
Kurê Mamoste Osman Ehmed Dadelî jî destnîşan kir ku bi saya şehîdan ew gihiştine vê astê û got ku ji bo jiyanek azad bi rojane şehîdan didin.
Piştre Mamosta Osman li ser gora xwe hat bîranîn.