Malbatên şehîdan: Ji bo Rêber Apo dakevin qadan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bang li gelê Kurd û Kurdistanî kir ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî mafên mirovan bikin da ku rewşa Abdullah Ocalan a piştî erdheja li Bûrsayê ya Tirkiyeyê çêbûye, eşkere bikin.

Meclisên Malbatên şehîdan a Kantona Qamişloyê der barê eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî erdheja li bajarê Bûrsayê yê Tirkiyeyê çêbûye, daxuyaniyek da.

Li navçeya Amûdê li pêş avahiya meclisê endama meclisê Sewsen Hisên, li navçeya Tirbespiyê li pêş avahiya meclisê endama rêvebera meclisê Xerme Elî daxuyanî xwend.

Li Qamişloyê jî li pêş avahiya meclisê bi zimanê Kurd Şêrîn Mihemed û bi zimanê Erebî Şêrzad Remo daxuyanî xwend.

EM LI QADAN TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Di daxuyaniyan de hate gotin Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî vîna gelê Kurd ji 26 salan ve dewam dike û civata navneteweyî da ku berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re biparêzin li hember vê yekê bê deng e.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku li dijî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran û cezayên dîsîplînê hatine ferzkirin, ev yek li cem gel metirsiyê li ser tenduristiya wî çêdike, bi taybet piştî erdhejên li nêzî Îmraliyê çêbûn. Ev hemû bûyer li ser kesên di komîteyên hiqûqî de dixebitin ferz dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniya xwe de got armanc ji siyasetên li Îmraliyê pêk tên çanda berxwedan û azadiyê were têkbirin, lê bila dewleta Tirk baş bizane ku bi siyasetên xwe yên qirêj nikare vîna Rêber Abdullah Ocalan têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyan de bang li gelê Kurd û Kurdistanê yên li welat û derve hate kirin ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên mafên mirovan bikin da ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan were bidawîkirin û azadiya wî ya fîzîkî misoger be.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê jî daxuyaniyek da û got divê di zûtirîn dem de hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bê.