Malbatên şehîdan: Şehîd Arîn bû mînak ji her jinekê re

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi wesîleya salvegera şehadeta Arîn Mîrkan axivîn û diyar kirin ku Arîn Mîrkan dengê jinê bilind kir û bi îradeyeke xurt li ber dagirkeran rabû.

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi wesîleya 6'emîn salvegera şehadeta yek ji sembola jinên berxwedêr Arîn Mîrkan, ji ANF'ê re axivîn. Arîn Mîrkan di 5'ê Cotmeha 2014'an de li Kobanê di şerê dijî DAÎŞ'ê de bi rengekî leheng li ber xwe dabû û şehîd bûbû.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Fafînê ya Efrînê Emîne Bekir destpêkê sersaxî ji malbata Şehîd Arîn Mîrkan û malbatên şehîdan hemûyan re xwest.

Emîne Bekir bal kişand ser kiryarên qirker ên rejîma Erdogan ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ku bi taybetî êrişî jinan dikin.

Emîne Bekir destnîşan kir ku divê ew bi rengê Arîn Mîrkan Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin û bi vî rengî bersivê bidin bîranîna şehîdan.

Cîhan Gul Dedo jî diyar kir ku Arîn Mîrkan ji tevahiya cîhanê re bûye îradeya xurt û hêz û got, "Ji bo hemû jinan bû sembol. Niha li Kobanê peykerê Arîn Mîrkan hatiye çêkirin, ew jî hêz û îradeya jinê nîşan dide."

Cîhan Gul Dedo destnîşan kir ku divê ew jî mîna Arîn Mîrkan ji bo ax û gelê xwe îradeyeke xurt nîşan bidin û berxwedaneke mezin pêk bînin.