Malbatên gerîlayan: Em bi zarokên xwe re ne

Malbatên gerîlayan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li berxwedana zarokên xwe derketin û tecrîda li ser Îmraliyê protesto kirin.

Malbatên gerîlayên HPG’ê li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo û bajarê Hesekê çalakî li dar xistin û piştgirî dan zarokên xwe yên di nava HPG’ê de. Malbatan sûcên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi dehan malbatên gerîlayên HPG’ê li hev kom bûn. Di kombûnê de daxuyaniyek ji aliyê bavê gerîlayê HPG’ê, Mihemed Cemîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û dewletên ku destekê didin wê û her wiha êrişên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de xistina gerîlayan di nava lîsteya terorê de hate şermezarkirin.

Di daxuyaniya xwe de, malbatên gerîlayan piştgiriya bi zarokên xwe re nîşan dan.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi dehan dayikên gerîla û şehîdan li navenda Kongreya Star a bajarê Hesekê kom bûn.

Di kombûnê de daxuyanî ji aliyê dayika şehîd Osman Felamez, Şama Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin zarokên wan ji bo parastina xak, şeref, parastina nirx û çandê û parastina Rojava û Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kirin.

Di dawiyê de dayikên şervan û şehîdan bang li sazî, rêxistinên navnetewî, raya giştî ya cîhanê kirin ku helwesteke diyar li hember hikûmeta dewleta Tirk nîşan bidin.