Malbateke Efrînî: Çeteyan gefa kuştinê li me dixwarin

Dewleta Tirk û çeteyên wê Nusra, OSO, DAÎŞ mal û milkên Efrîniyan talan dikin, êşkenceyê li sivîlan dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê Nusra, OSO, DAÎŞ piştî ku 20’ê Sibatê li dijî Efrînê êrîşên dagirker dane destpêkirin, YPG’ê û rêveberiya Kantona Efrînê 16’ê Adarê bi mebesta ku pêşî li komkujiyan ser sivîlan bigirin gelê Efrînê ji Efrînê derxistibû û biribû qada Şêrewa û Şehbayê. Lê hinek malbatên ku li Efrîn navendê û gundên wê mane û nexwestin xaka xwe berdin, dewleta Tirk û çeteyên wan zilmê li wan dikin.

ÇETE TIM ÊRÎŞÊ TÎNIN SER MALAN

Çete tim êşkenceyê li malbatên li Efrînê û gundên wê mana dikin, dest li ser mal û milkên wan datînin. Malbata H.B jî yek ji wan malbatan e ku li Efrînê mabû û ji ber zilma çeteyan reviyabû û xwe li Şehbayê girtibûn.

X.H.B  got çete tim bi ser malên wan de digirin û bi rojan êşkence li hevserê wê dikin. X.H.B zilma dewleta Tirk û çeteyên wê ji ANF’ê re vegot.

X.H.B got ji ber sedema êrîşan tim neçar mane ku ji gundeki biçin gundeki dî û got: ‘’Ez çûme çend gundan, piştî ku çend rojan mam min xwest li gundê xwe vegerim. Lê nehiştin ku li gundê xwe vegerim. Piştre em neçar man ku biçine gundê Basûtê. Em du heftiyan li wir man. Em neçar man ku ji wir jî derkevin. Herî dawî çûme Beradê cem birayê xwe.’’

ÊŞKENCEYÊ LI SIVÎLAN DIKIN

X.H.B got tim çete bi ser malên wan de digirin û domand: ‘’Em çûne mala birayê xwe. Çeteyan bi ser malê de girtin û gotin, ‘çi karê we li vir heye?’’. Gotin, ‘kê gotiye we werin vir?’. Gefa kuştinê li hevserê min xwarin. Piştre ew birin. Hingî êşkence lê kiribûn, xwe li xwe nedigirt.’’

LI GUND ÇI TIŞTÊ KU HEBÛN TALAN KIRIBÛN

X.H.B got, ‘’ Çeteyan malên gund talan kirin. Ketin malan û çi tişta ku ketî ber destê wan birin. Mirîşkên birayê min birin. Pezê cîranê me birin. Diketin malên me û wêneyên me digirtin.’’

X.H.B herî dawî got: ‘’Piştî êvarî saet 5’an kes nikare ji mal derkeve. Ji me re dibêjin, bikevin malên xwe. Her şev gef li me dixwarin. Jixwe ji bo wan şev û roj ferq nake. Min gote hevserê xwe em biçinRojeke baranê me xwe li erdan xist û em neçar man ku birevin.’’