Li Zanîngeha Kobanê Newroz hate pîrozkirin

Li Zanîngeha Kobanê bi dirûşma 'Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e' Newroza 2023'an hate pîrozkirin.

Li Zanîngeha Kobanê bi dirûşmeya “Zanîn Xwebûne, Xwebûn Hebûne” bi beşdariya gelek xwendekaran Newroz hate pîrozkirin. Xwendekar bi cil û bergên gelêrî şahî xemilandin. Di çalakiya pîrozbahiyê de gelek helbest hatin xwendin, stran hatin gotin û şano hatin pêşkêşkirin. Piştre axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarê girîngiya Newrozê hatin xwendin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Fakûlteya Wêje Hêvîn Mihemed Elî axivî. Mihemed Elî diyar kir ku Newroz li dijî desthilatdarî serî hildan e û got, “Newroz roja vejîniyê û roja li dijî dagirkeriyê serî rakirine û destpêka jiyaneke nû ye. Dagirker her xwestine bihara me tarî bikin. Lê her tim li hember berxwedana gel têk çûn. Mînaka vê yekê herî dawî li Cindirêsê çar welatiyên me yên Kurd dema dixwastin agirê Newrozê dadin hatin qetilkirin. Gel bi serhildana xwe bersiv da dagirkeran. Desthilatdarî ji çirûska agirê Newrozê jî ditirse.”

Piştre helbest, stran û şano hatin pêşkêşkirin.