Li Tirbêspiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan Şedadê spartin axê
Li Tirbêspiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan Şedadê bi merasîmeke bi heybet spartin axê.
Li Tirbêspiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan Şedadê bi merasîmeke bi heybet spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo îro tevlê merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê YPG`ê Avram Somî (Şervan Şedadê) ku di 9’ê Kanûnê de li Hesekê dema ku erka xwe pêk dianî şehîd bû, bûn û ber bi goristana Suryanan a li bakurê navçeyê ve ketin rê.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdî Xelef bal kişande ser fedekariya mezin a şervanên YPG'ê û YPJ'ê ya ji bo parastina destketiyên gel.
Piştre ji fermandarên YPG'ê Heqî Bahoz diyar kir ku dilsoziya bi xwîna şehîdan di kesayeta şehîd Şervan de ye ku çeka birayê xwe yê şehîd hilgirt da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze.
Bavê şehîd Qasim Somî jî soza şopandina rêya şehîdan heta têkbirina hemû komployên ku hewl didin vîna gelên herêmê têk bibin, da.
Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. piştre cenazeyê Şervan Şedadê li ber tilîliyan spartin axê.