Li Tirbespiyê cenazeyê şehîd Şadî hat veşartin
Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Îmad Ebdurehman (Şadî Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Îmad Ebdurehman (Şadî Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma Federal a Cizîrê, cenazeyê şervanê YPG′ê Îmad Ebdulrehman (Şadî Tirbespiyê) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan, Hevserokê Desteya Tûrîzim û Şûnwaran Hisên Elî û bi navê Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî, axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bal hat kişandin ser fedekariya cangoriyên azadiyê di şerê li dijî terorê de. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê bi dirûşman ve hate veşartin.