Li Til Temirê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Bi sedan welatiyên Til Temir a Kantona Hesekê daketin qadan dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Bi sedan welatiyên Til Temir a Kantona Hesekê daketin qadan dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çiyayên Heftanînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir û li dawiya Kolana Filistînê bi dawî bû. Şêniyan pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji guhertina demografîk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re”, “Em dagirkeriyê tune bikin û nirxên şoreşê biparêzin”, “Em dagirkeriyê tune bikin û tecrîdê bi dawî bikin” û alên partiyên siyasî, Kongreya Star, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.
Di mîtînga hate kirin de endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan got: “Bi saya hevgirtina gelên herêmê û israra hêzên leşkerî ku terorê tune bikin, me tevahiya êrîşên li dijî herêmên xwe rawestandin û terora ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatibû birêxistinkirin, tune kir.”
Saroxan wiha domand: “Bi rêya çalakiyên xwe û bi yek dengî em êrîşên dewleta Tirk a dagirker û vejandina dewleta Osmanî li herêmê bi temamî red dikin. Em guhertina demografiya herêmên dagirkirî û komkujiyên li dijî gelên herêmê red dikin.”
Saroxan diyar kir ku gelê herêmê di şerê xwe de bi ser ket û niha derbasî pêvajoyeke nû dibe. Di vê pêvajoyê de yekîtî pêwîst e da ku serkeftin mîsoger bibe, ji ber ku gelek guhertinên mezin li Sûriyê çêdibin.
Saroxan di dawiya axaftina xwe de got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe mohra xwe li dîrokê da. Bi vê giyanê dê berxwedana xwe berdewam bikin heta ku armancên xwe pêk bînin.”
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gelên herêmê û gelê Kurd li tevahiya axa Kurdistanê û bidawîkirina tecrîdê bi dawî bû.