Li Til Temirê çalakiya bombeyî ya li dijî wesayita dagirkeran

Li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî wesayiteke dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bombeyî hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahî ji çavkaniyên leşkerî wergirtiye, çeteyên artêşa Tirk a dagirker dema ku hewl didan bi kîsên xîzê li eniyên şer nuqteyê çêbikin, teqînekê rû da.

Di teqînê de ku saet 08:00 pêk hat, li dijî wesayiteke dagirkeran a li gundê Erîşeyê hate lidarxfistin ku li başûrrojavayê navçeya Til Temirê ye. Di nûçeyê de li ser teqînê agahiyên berfireh nehatin parvekirin.