Li Til Temirê bîranîna şehîdan

Li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê 111 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê merasîmê bîranîna 111 cangoriyên azadiyê yên mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê lidar xist. 

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Eliyat bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got, ewlehî û aramiya herêmê berhemên keda şehîdan e.

Eliyat banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.

Her wiha endama Meclîsa Malbatên Şehîdên Xabûr Nînewa Mûşe banga domandina xeta şehîdan kir.

Di dawiya merasîmê de bi sînevîzyonek wêneyên şehîdan hatin nîşandan.