Li Til Rifatê bi hezaran kes li dijî dewleta Tirk daketin qadan
Bi hezan kesên ku ji bo êrîşên qetlîamê yên dewleta Tirk şermezar bikin daketîn qadan, gotin: “Em rê nadin dagirkeran.”
Bi hezan kesên ku ji bo êrîşên qetlîamê yên dewleta Tirk şermezar bikin daketîn qadan, gotin: “Em rê nadin dagirkeran.”
Bi meşekê qetlîamên dewleta Tirk ên li Til Rifatê hate protestokirin.
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê tevlî meşa ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Rifetê ve ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hatî lidarxistin bûn.
Şêniyan li pêşiya nexweşxaneya Til Rifatê bi dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Li navenda navçeyê mitîngek hate lidarxistin. Ji rêveberên Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Necah Hisên axivî, bal kişand ku dewleta Tirk di nava salekê de çendîn qetlîam li Til Rifatê kir û anî ziman ku armanca wan ji nû ve zindîkirina DAÎŞ’ê ye.
Necah Hisên revandin û qetikirina jinên rêvebir ên li Til Şayîrê jî bibîr xist û teqes kir ku gel li beramberî dagirkeran serî na dane.
Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cuma Kalo jî got: "Bi vê hejmara mezin em nameyekê didin dagirkera Tirk çeteyên wê ku em ê berxwedana xwe bidomînin û li hemberî sûcên wê yên dermirovî rawestin."
Kalo îşaret bi bêdengiya Rûsya ya li hemberê sûcên dewleta Tirk a dagirker kir û ev yek destnîşan kir: "Rûsya îdiaya parastina xak û gelê Sûriyê ji destwerdanên derve dike, lê em dibînin ku bi rêya lihevkirinan li ser hesabê xwîna jin û zarokên me berjewendiyên xwe berfireh dike."
Kalo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên herêma Efrînê "Kurd, Ereb û Tirkmen" bisekinin.
Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrîn, Şehba û şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.