Li Til Hemîsê ji bo Ocalan meş hate lidarxistin

Li navçeya  Til Hemîs a bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meşa ku di bin pêşengtiya TEV-DEM’ê de li navçeya Til Hemîs ê bajarê Qamişlo de, li pêşiya Navenda Meclîsa Gel dest pê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ hate qîrkirin.

Meş li çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Li ser navê TEV-DEM’ê Hevşaredarê Gel Ebdurehman Hadî daxuyanî xwend û di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tecrîda li ser Ocalan û banga hestiyariyê hate kirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.