Li Tebqayê rêveberiya sivîl a demokratîk hate îlankirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hate îlankirin.

Endamên Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê bi piraniya dengan biryar da ku Meclîsa Sivîl a Tebqayê bibe Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya herêma Tebqayê. 

Dîwan civîna duyemîn ku ji hevserokê Meclîsê Hamid Ebdilrehman Ferec, Rewşen Hemê û dîwana hevserokatiyê pêşniyar kirin ku Meclîsa Sivîl a Tebqayê ji nû ve bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk were binavkirin. Ev pêşniyar bi giştî hate erêkirin. Bi vî awayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hate îlankirin.

Di civînê Hind El-Elî û Şiyar Mihemed weke hevserokên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hatin hilbijartin.

Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û hevserokên 13 komîteyan û endamên Meclîsa Rêveber piştî sondxwarinê dest bi peywirê kirin.