Kongreya Desteya Perwerdehiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Bi tevlêbûna bi sedan kesî li Tebqayê Kongreya 1'ê ya Desteya Perwerdehiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Bi sedan mamoste û hevserokên komîteyên perwerdeyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevserokê Desteya Perwerdeyê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Meclisa Sûriya Demokratîk tevlî kongreyê bûn.

Di destpêka kongreyê de hevseroka Desteya Perwerdeyê Kewser Doko bi zimanê Kurdî û hevserokê Desteya Perwerdê Receb El-Muşrif bi zimanê Erebî xêrhatina li beşdaran kir û yekemîn kongre li hemû beşdaran pîroz kir.

Receb El-Muşrif berxwedana şehîdan silav kir û piştrast kir ku tiştê ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime, xwesteka jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de nîşan dide. 

El-Muşrif diyar kir ku di şert û mercên dijwar de û nebûna derfetên rastîn ên destpêkirina pêvajoya perwerdeyê, ji avahiyên dibistanan, pirtûk, pisporên perwerdeyê û îdarî, ew neçar man ku xwe bispêrin derfetên heyî yên rêveberiyê.

Xebatên kongreyê bi nîqaşa li ser rewşa perwerdeya li herêmê û zehmetiyan ku ew di pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê de dijîn, berdewam e.