Li Tebqayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên Tebqayê cenazeyê Osman Hebeş û Xalîd El-Ehmed ku di êrîşa li dijî avahiya Miduryeta Bazriganiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Tebqayê veşartin.

Şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê roja 23’ê Kanûnê êrîşî avahiya Miduryeta Bazriganiyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê kirin û di êrîşê de nobedarên avahiyê Osman Hebeş û Xalid El-Ehmed şehîd bûbûn. Cenazeyê şehîdan bi merasîmekê hate veşartin.

Gel cenazeyê şehîdan ji Nexweşxaneya Wetanî girtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Tebqayê ve ketin rê. Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîne Ebdulrezaq, Hevserkoê Komîteya Aborî Ehmed Silêman û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Elûş El-Ebid axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku êrîşên li herêmê berxwedana gel bihêztir dike û wê xeta berxwedanê ya şehîdan were şopandin. Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.