Li Tebqayê 20 çete hatin girtin

QSD'ê li Tebqayê operasyonek kir û 20 çete girt. Di operasyonê de belgeyên li ser çeteyên pêwendiya xwe bi dewleta Tirk re hene, hatin bidestxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser encamên operasyona li Tebqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya hewldanên domdar ên ji bo sepandina ewlehiyê û girtina şaneyê terorîst de, yekîneyên taybet ên QSD'ê li herêma Tebqayê û gundewarên wê bi operasyoneke ewlehiyê 20 çeteyên ku ewlehiya li herêmê têk dibirin, girtin."

Navendê destnîşan kir ku operasyona li gorî agahiyên îstixbaratî yên di demên dawî de hatiye lidarxistin û wiha dewam kir: "Yekîneyê hin cihên ku çeteyan ji bo amadekirina êrişan bi kar dianîn, kirin hedef. Her wiha miqdareke mezin ji çek û cebilxane, belge, alavên peywendiyê, cilên leşkerî yên cihereng ku çeteyan di êrişên li dijî şêniyan de bi kar dianîn, desteser kirin.

Yekîneyan her wiha di operasyonê de belgeyên fermî yên rêxistinên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dîtin. Li gorî lêpirsînên destpêkê, îsbat bû ku têkiliyên wan çeteyan bi dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî re heye û li gorî perspektîfên wan tevdigerin."

Li gorî agahiyan, wan çeteyan di bin navê şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de êriş û destdirêjî li dijî şêniyên Tebqayê kirine. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD'ê lêpisîn dane destpêkirin.