Li Tebqa û Minbicê cenazeyê sê şehîdan hatin veşartin

Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hsen El-Raşîd (Ebû Salih) bi merasîmekê veşartin. Welatiyên Minbicê jî cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê veşartin.

Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hesen El-Raşîd (Ebû Salih) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi merasîmekê li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê, QSD’ê, Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û fedakariya şervanên QSD'ê ya li hemberî çeteyan hate bibîrxistin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li aliyê din di merasîmê de nasnameya şervanên QSD’ê Mehmûd Hisên (Mehmûd Tebqa) û Xesan El-Hisên (Rojhat ) ku şehîd bûne hatin eşkerekirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.

MINBIC

Welatiyên Minbicê jî cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Elî Îdo Mehmûd û şervanê Ceyş El-Siwar Mihemed El-Iweyîd ên ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn,bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê veşartin.

Li goristanê merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û şervanên Hêzên Ewlehiya Navxwe merasîmeke leşkerî li dar xist.

Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe a Minbicê Necîb El-Denden, Fermandarê Ceyş El-Siwar Dilşêr Îdlibî, Fermandrê Tugeya Siwar a Îdlibê Mehmûd Ebû Xalid û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî axivîn.

Di axaftinan der sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwendin û soza parastina nirxên şehîdan hate dayîn.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hatin veşartin.