Li Tebqa û Eyn Îsayê meşên 15'ê Sibatê

Bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê li Tebqa û Eyn Îsayê bi pêşengiya ciwanan meş hatin destpêkirin.

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke dirêj a 2 rojan da destpêkirin. Bi sedan ciwanên  ji kantonên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê tev li meşê bûne û bi dirûşma "Bi rihê ciwanan dîwarê Îmraliyê hilweşînin û cenga azadiyê bi ser bixin" tê lidarxistin. Her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqa, partiyên siyasî û Kombûna Jinan a Zenûbiya jî beşdar bûn.

Meşvan li Çerxerêya Hadirî ya li Taxa Sanî ya Tebqayê kom bûn. Li wir ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ehmed Cemîlî axivî û got: "Li vir em meşa xwe ya dirêj a 2 rojan radigihînin. Ev meş li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.”

Meşvanan êlegên spî yên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser, li xwe kirine û ber bi Çerxerêya Elem a li Tebqayê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bimire Komploya Navneteweyî" û "Bijî Rêber Ocalan" berz kirin.

Li çerxerêya Elem endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantonên Reqa, Dêrazor û Minbicê tev lê bûn û meş ber bi bajarokê Mensûra yê başûrê rojhilatê Tebqayê ve dewam kir. Ciwan dê ji Mensûrayê ber bi bajarê Reqayê ve bimeşin. Meş dê sibe bigihêje Reqayê.

Di her navberekê de wê der barê komployê de semîner werin dayîn û sînevîzyon werin pêşandan.

EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî jî bi meşek komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Meş ji pêşiya Mizgefa Mezin dest pê kir û heta Çerxerêya Cûdî ya li naverasta navçeyê dewam kir. Li wir ji Rêveberiya Kongra Star Ruqeya Mihemed axivî û got: "Şikandina dîwarê Îmraliyê erka her kesî ye.”

Rêveberê Meclisa bajarê Girê Spî Selah Reqa diyar kir ku hêzên komploger bi armanca têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê komplo pêk anîn û got: "15’ê Sibatê rojeke reş e, armanc jê îmhakirina nasnameya gelên azad e."

Bi navê Saziya Olî ya Eyn Îsayê Şêx Îbrahîm El Xelîl komplo şermezar kir û wiha got: "Rêbertî banga aştî û demokrasiyê dike, kitêbên asîmanî jî banga van dike. Tecrîda li ser Rêbertî li dijî talîmatên kîtabên asîmanî ye."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gelan" bi dawî bû.