Li Sûriyeyê şer biqede jî avabûn wê bi dehan salan bidome

Maliyeta şerê navxeyî yê Sûriyeyê, ku ji sala 2011'an û vir ve diqewime û bi sed hezaran mirovî ji ber wê jiyana xwe ji dest dane, tê texmînikirin ku herî kêm 336 mîlyar dolar e.

Di raporeke Banka Cîhanê de zerara malî ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê hate nirxandin. Di raporê de hat ragihandin, şer derb li bingeha aborî û civakî ya Sûriyeyê xistiye û hat gotin, ku maliyeta şerê navexweyî bi qasî 226 mîlyar dolar e.

Ji bo amadekirina rapora navborî, tevî nûçeyên li ser şer her wiha ji wêneyên ji satalaytê hatine kişandin jî sûd hate wergirtin. Di raporê de hat destnîşankirin, maliyeta şer bi 4 qatan ji hatiya milî ya sala 2010'an zêdetir bûye.

Li gorî raporê, şerê li Sûriyeyê îsal biqede jî wê ne karekî hêsan be ku aboriya li vî welatî li rewşa xwe ya berê vegere. Eger şer biqede, wê hatineya milî ya Sûriyeyê sala 2021'ê bigihêje asta 41 ji sedî ya serdema beriya şer.

Di raporê de hat ragihandin, ji ber şerê navxweyî her sal 500 hezar kes bê kar dimînin û hat gotin, sê ji çar parên mirovên di emrê kar de ne, bê kar in.

Li gorî heman raporê, yek ji çar avahiyên li Sûriyeyê û nîvê nexweşxane û dibistanan ji ber şer xera bûne.