Li Sûriyeyê kesên ku kuvarkan berhev dikin bûn hedef

SOHR’ê ragihand ku roja Yekşemê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê ya li çola Reqqayê de herî kêm 13 kesên kuvarkan berveh dikirin, jiyana xwe ji dest dan.

 

Navenda Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Îngilistanê ye, ragihand ku di encama teqîna mayineke ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li çola Reqayê de, jin jî di nav de hene, 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Çola Sûriyê bi hilberîna hin ji baştirîn kuvarkên cîhanê yê navdar e. Ev rewş berhevkirina kuvarkan dike karsaziyek bikêr.

Li gorî SOHR’ê çeteyên DAÎŞ’ê gelek caran şêniyên ku ji bo komkirina kuvarkên ber bi herêmên dûr ve diçin dikin hedef. Tevî hişyariyên pir caran, ev çalakiya xeternak berdewam dike. Li gorî bîlançoya ku ji aliyê SOHR'ê ve hatiye amadekirin, di sala 2023'an de bi sedan mirovên ku piraniya wan sivîl in, dema ku kuvarkên çolê bi buhayên giran dihatin firotin, ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê an jî teqîna mayinan jiyana xwe ji dest dane.

Kuvarkên ku li çola Sûriyê tên çandin, di nav yên herî baş ên cîhanê de têne hesibandin û bi giştî di navbera Sibat û Nîsanê de têne berhevkirin û bi buhayên giran têne firotin. Li welatê ku mûçeya mehane ya navîn 18 dolar e, çandina kuvarkan wekî çavkaniya debarê tê dîtin. Kîloyek kuvarkan li gorî mezinahî û kalîteyê di navbera 5 û 25 dolaran de tê firotin.