Li Sûriyeyê êvarê derketina derve hate qedexekirin

Li gelemperiya Sûriyeyê, ji ber vîrûsa koronayê êvarê derketina derve hate qedexekirin.

Şewba vîrûsa korona didome. Rêveberiya dewletê ya Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrûsê de derketina derve ya êvarê qedexe kir.

Li gorî biryara qedexeyê ku îro dikeve meriyetê, ji saet 18:00 heta 06:00 wê derketina derve qedexe be.

Di nava van saetên hatin diyarkirin de wê karên bazirganiyê bên rawestandin û dikan girtî bimînin.

Qedexeya derketina derve wê ji bo ambûlansan, arkujan, kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan derbasdar nebe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrûsa korona de ji destpêka hefteyê ve derketina derve qedexe ye.