Li Serêkaniyê 20 sivîl hatin rizgarkirin

Piştî ku artêşa Tirk hin malên li xeta sînor a li Serêkaniyê dagir kirin, şervanên QSD'ê herêm doh bi şev ji dagirkeran paqij kirin û 20 sivîlên ku ji bo nekevin destê artêşa Tirk xwe li jêrzemînên xaniyan veşartibûn rizgar kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 roj in didomin. Li Serêkaniyê 20 sivîl ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatin rizgarkirin.

Li ser rêya Serêkaniyê-Til Xelefê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El Qaîdeyê doh bi şev xwestin bikevin nava hin malan. Li herêmê nêzî 20 sivîlan xwe li jêrzemînên avahiyên xwe veşartibûn û ji aliyê şervanên QSD'ê hatin rizgarkirin.

Şervanan doh bi şev bi operasyonekê xeta sînor bi temamî kontrol kirin û li ser vê yekê sivîlan agahî dan şervanan û şervanan jî ew ji herêmê derxistin, birin qadeke ewletir.

Sivîlên ku ji ANF'ê re axivîn diyar kirin, wan nexwestine xaka xwe biterikînin, lê belê ji ber ku artêşa Tirk ketin nava hin malên li sînor wan jî xwe li jêrzemînan veşartin. Sivîlên Ereb û Kurd anîn ziman ku piştî herêm kete destê şervanan wan jî şervanan xwe gihandin wan û ew rizgar kirin. Sivîlan spasiya QSD'ê kirin.