Li ser sînorê Rojava du cenaze hatin dîtin
Îro cenazeyê du welatiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn revandin li ser sînorê Rojava ji aliyê şervanên YPG`ê ve hatin dîtin.
Îro cenazeyê du welatiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn revandin li ser sînorê Rojava ji aliyê şervanên YPG`ê ve hatin dîtin.
Duh dema du welatiyên ji bajarê Serêkaniyê dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê artêşaTirk ve li ser sînor hatibûn revandin.
Şervanên YPG û YPJ‘ê îro, di saetên sibehê de, li gundê Ebû Son ê ku 10 km dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê cenazeyên herdu welatiyan kuştî dîtin. Şervanan welatî rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Hate diyarkirin ku li ser herdu cenazeyan şûna êşkenceyan heye.
Hate diyarkirin yek ji van cenazeyan Zayid Abdullah El-Mixêr e yê ku ji gundê El-Tiroza yê Reqayê ye.