Li ser sînorê Kobanê welatiyek hat qetilkirin

Mihemed Ehmed (26) ê ku li zeviyeke li nêzî sînorê Kobanê dixebitî, di encama gulebarana dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Ehmed ê 26 salî ku li gundê Kor Elî yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li zeviya xwe ya li nêzî sînor dixebitî duh bi guleyên dewleta Tirk a dagirker hate qetilkirin. Cenazeyê Ehmedê bavê 4 zarokan îro ji aliyê xizmên wî ve hat wergirtin.

Şêniyên gundê Kor Elî diyar kirin ku ji ber ew ê bibin hedefa sekvanan duh nekarîn cenaze ji qadê bigirin. Kobanê di vê mehê de gelek caran bû hedefa balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) û topavêjan. Di encama van êrîşan de 11 welatî birîndar bûn ji nav wan de zarok û jin hebûn û hin jî şehîd bûn.