Li Sêmalka li dijî siyaseta qirkirinê peyama berxwedanê

Li Sêmalka di çalakiyê de ku ev 106 roj in didome biryardariya domdarkirina çalakiya dijî siyaseta qirkirinê hate destnîşankirin.

Çalakiya li ber deriyê sînor a Sêmalkayê bi daxwaza standina cenazeyên şehîdên Xelîfanê, di roja 106’an de didome. Çalakvanên li Sêmalkayê banga geşkirina têkoşîn li dijî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kirin û destnîşan kirin ku serkeftin wê bi piştgiriya berxwedana gerîla, pêk were.

Endamên Rêveberiya Darayî ya herêma Cizîrê îro berê xwe dan konê çalakiyê ya li Sêmalkayê. Endamên Rêveberiya Darayî ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê Desteya Darayî, endamê Nivîsgeha Darayî ya Çilaxa Mecid El-Nasir bal kişand ser rola çalakiyên xwepêşandanê ku dikeve roja xwe ya 106’an û wiha got:” Em ê çalakiya xwe ya lehengiyê, serbilindiyê û rûmetê li dijî dewleta dagirkeriya Tirk bidomîn.”

El-Nasir diyar kir ku redkirina PDK’ê ji daxwazên malbatên şehîdan a wergirtina cenazeyên şehîdan re, nûnertiya xeta xiyanetê ya li dijî destkeftiyên gelê Kurd e.

Di dawiyê de El-Nasir banga hevgirtin û mezinkirina berxwedanê li hemberî siyasetên qirkirinê kir û got: “Em ê bi piştgiriya berxwedana gerîla û hemû hêzên şoreşger ên demokratîk ên cîhanê bi ser bikevin.”