Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Ocalan bi hezaran kes daketin qadan

Ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê bi hezaran kes li bajarê Dêrik, Til Temir, Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û bi yekdengî azadiya Ocalan xwestin.

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li seranserî Rojavayê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Ji bo salvegera Komploya 9’ê Cotmehê bi hezaran welatiyên Qamişlo daketin qadan û bi yekdengî dirûşmeya ‘Berxwedan bi ser ket, komplo bin ket’ qîriyan.

Meşê li Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala TEV-DEM, Kongreya Star, YCR/YJC’ê, pankartên ‘Berxwedan bi ser ket, komplo bin ket’, ‘Sonda me ev e ku pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn’, ‘Bi têkoşîna jinan Komploya 9’ê Cotmehê dê têk biçe’ hilgirtin.

Meşvanan bi slogana ‘Ji komployê re êdî bes e’ ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ve meşiyan û meş li wir veguherandin mitîngê.

Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin. Ji rêveberiya Kongreya Star a Rojava Mûna Yûsif Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha got: “20 sal di ser Komploya Navneteweyî de derbas bûn. Dewletên dagirker li dijî azadiya gelan û tevgera azadiya gelê Kurd û Rêber Apo hedef girtin. Armanca wan ku bi girtina Rêber Apo re vîna me û hêza me bişikînin. Plangerên Komploya Navneteweyî bi ser neketin. Ji ber ku bîrdoziya Rêber Apo azad e û roj bi roj zêdetir dibe.”

Mîtîng bi siloganên ‘Ji tecrîtê re êdî bes e’, ‘Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey serok’, ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.

DÊRIK

Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi hezaran welatiyên herêma Dêrik a Girkê Legê û Çilaxa îro li qadan bûn û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meş ji Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê ber bi navenda navçeyê ve dest pê kir. Girseya gel bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedan Îmralî, şermezarkirina komplo û tecrîdê berz kirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin û pankartên bi nivîsên "Têkoşîna gelan dê Komploya 9‘ê Cotmehê têk bibe, bi têkoşînê em ê komployê pûç bikin û bi îrade û rêxistina gelê şoreşger em Efrînê rizgar bikin û azadiya rêber Apo mîsoger bikin" hatin vekirin.

Meş li navenda navçeya Girkê Legê veguherî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, deqîqeyekê rêz hate girtin. Paşê rêvebera Kongreya Star Dalya Henan axivî. Dalya di axaftina xwe de Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd û têkbirina ramanên Ocalan e ku banga azadiya hemû gelan dike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen jî axivî. Hesen di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi bîr anî û wiha domand: "Abdullah Ocalan temsîla rojê dike, ji ber ku bi fikr û felsefeya wî jiyana gelê Rojhilata Navîn ronî kir, lewre hêzên komploger di 9‘ê Cotmehê de ew kirin hedef, niha jî li hemberî wî tecrîdeke girankirî ferz kirine da ku tirêjên roja wî tarî bikin."

Çalakî bi dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Gelê Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir bi meşek girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Hevserokê Giştî yê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso ku di meşê axivî diyar kir ku komloya 9’ê Cotmehê binpêkirina herî mezin a mafê mirovan ku di sedsala 21’emîn de pêk hatiye.

Gelê Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir ên girêdayî kantona Hesekê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Meş li bajarê Til Temir pêk hat. Meş ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir dest pê kir, heta Stada Şehîd Bilind berdewam kir. Di meşê de posterên Ocalan û alên YPG/YPJ hatin hildan. Heman demê de pankartên “Bimire hêzên komploger, bijî berxwedana Îmralî”, “Sonda me heye em ê pergala Îmralî parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn” hatin hildan û heta Stada Şehîd Bilind dirîşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne Ocalan” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Piştî ku gel gihişt Stadê, rêzgirtin ji giyanê şehîdan re hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Polat axivî û got; “Ev gel sîstema Îmralî bişkîne û wiha axivî: “Îro di berdewamiya vê komployê de dewleta dagirker li herçar parçeyên Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike. Lê bila baş bizanin tu car nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Ji ber her roj dibêjin em ê ve tevgerê têk bibin, lê her roja diçe ev tevger bihêztir û berfirehtir dike.”

‘AZADKIRINA SEROK APO, AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E’

Piştî axaftina Zeyneb, Hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Xerib Hiso axivî. Hiso diyar kir ku ev komploya navnetewî ne tenê li ser şexsê Ocalan e û wiha got: “Xwestin şexsê Ocalan de vîna gelê Kurd bişkînin. Ev komploya ku di gel Tirkiye yê hemû dewletên navnetewî beşdar bûn, binpêkirina mafê mirovan a herî mezin di sedsala 21’emîn de ye. Ji ber ku ev komplo li ser kesek ku banga aştî, azadî, wekhevî û mafê gelek di bin koletî û bindestiyê de kir. Wan xwest gel û serokê wan ji hev dûr bikin, lê bi berxwedana Îmralî ev komplo bi ser neket.”

Hiso destnîşan kir ku rizgarkirina Rêber Apo rizgarkirina hemû civakê ye û wiha pêde çû: “Ev komplo ya li ser Serok Apo li ser hemû gelên Rojhilata Navîn e, ji ber ku dixwazin li ser destkeftiyên Rojhilata Navîn desthilatdariya xwe bidin meşandin. Dema Mandla rizgar bû civaka Afrîqa rizgar bû. Lê dema Serok Apo rizgar bibe wê Rojhilata Navîn tevahî rizgar bibe. Ji ber ku ew ji bo azadiya hemû gelên bindest têdikoşe.”

Piştî axaftinan Helbestvan Feremez Hiso helbesta Meydana Çarçira xwend û mitîng bi dirûşmeya“Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê îro daketin qadan û bi meşeke girseyî bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Hesekê, rêveberî û endamên saziyên sivîl û şandeyek ji meclîsa herêma Cizîrê, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Welatî li çerxerêya Sênalko ya li taxa Til Hecer kom bûn û wêneyên Ocalan û pankartên ku bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî nivîsa "Em soz didin ku em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û Rêberê xwe azad bikin, Azadî ji bo Rêber Apo” hildan.

Meş ji çerxerêya Sênalko dest pê kir û li kolanên sereke ya taxa Kesalê dewam kir. Meş li Qada Şehîdên Sûryan a taxa Nasira veguherî mîtîngê. Mîtîng ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û wiha got: "Rêberê me Ocalan bi komployeke navneteweyî ku gelek dewlet tê de beşdar bûn, hate girtin. Ji ber ku Ocalan rêya hemû gelên herêmê ronî dike."

Semer li ser rola Ocalan di azadiya jinan de axivî û da zanîn ku Ocalan rêberê yekemîn e ku di cîhanê de ji bo azadiya jinan têkoşiyaye. Semer diyar kir ku ew wek gelên herêmê heta azadkirina Ocalan wê têbikoşin.

Mitîng bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.