Sala 2022’yan, di Konferansa Enternasyonel a Rojava de, 24’ê Adarê wek roja şehîdên enternasyonel hat îlankirin.
Bi boneya roja şehîdên şoreşa enternasyonel, li Hesekê ku bajarekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li Navenda Çand û Hunerê ya Serdemê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Ev cara sisêyan e ku bi pêşengiya Malbatên Şehîdan û Koordînasyona Xebatên Enternasyonel merasîma bîranînê tê lidarxistin. Ji xeynê bi dehan enternasyonelan, welatiyên li herêmê û malbata şervanê enternasyonel ê Elman Andok Cotkar ku sala 2019’an di êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bû, tevlî merasîmê bûn.
Di merasîma bibîranînê de ku bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed, Dayika Şehîd Andok Cotkar Ûte Rûss û li ser navê Komîteya Parastina Rojava Sozê Qamişlo, axivîn.
Rojda Ehmed, îşaret bi pê kir ku şehîdên enternasyonel pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê re kiriye û diyar kir ku ew ê bidin ser şopa têkoşîna wan.
Ûte Rûss, destnîşan kir ku ew bi saya Constantîn ku kurê wê ye, hay ji têkoşîna li Rojava çêbûne û got ku heta cenazeyên Şehîd Andok Cotkar û Şehîd Lêgerîn Qereçox ji dewleta Tirk bistînin ew ê li Elmanya û gelek derên din bêyî navber têbikoşin.
Sozê Qamişlo ku xîtabê malbatê Andok Cotkar kir, got: ‘’Hûn bi xêr hatine welatê berxwedan û têkoşînê’’ û diyar kir ku wan hêz ji axaftina dayika Şehîd Andok girtiye û ew ê bidin ser şopa têkoşîna enternasyonel ku di şexsê Hakî Karer de dest pê kiriye û di şexsê Hêlîn û Destanan de berdewam e.
Koordînasyona Xebatên Enternasyonel a Rojava, plaket da malbata Şehîd Andok Cotkar. Sînevîzyon li ser têkoşîna enternasyonel hat nîşandan, şano hat lîstîn û stranên şoreşê hatin gotin.
Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Berxwedan jiyan e’’ bi dawî bû.