Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Rojava qedexeya derketina derve hate ragihandin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li ser kantona Hesekê û ya beşî li herêmên din ên rêveberiyê ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyanyekê diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê qedexeya giştî li ser kantona Hesekê û ya beşê li ser herêmên din ên rêveberiyê radighîne.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yên têkbirina ewlehî û istîqrara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ket, ji ber vê yekê careke din berê xwe da DAIŞ`ê da ku armancên xwe yên qirêj ên têkbirina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê, pêk bîne.

Lê berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya lehengane, ev êrîşa li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê têk bir û armanca dewleta Tirk a dagirker vala derxist. Dewleta Tirk bi vê hewldana xwe careke din îsbat kir ew mastermîndê (aqlê birêvebirinê) yê DAIŞ`ê ye ku ew xeteriyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêdike.

Em weke Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ya hundirîn û derve a heya hefteyekê li ser bajarê Hesekê radigihînin. Qedexe ji 24`ê Çile dest pê dike heya 31`ê Çile. Qedexe giştî ye, tenê saziyên xizmetguzariyê yên wekî (Firin, aş, navendên tenduristiyê, sotemenî û şaredarî) ku xwezaya karên wan cuda ye, wê bixebitin. Her wiha li sazî û bajarên din jî qedexeya beşî ye û ji saet 06:00`ê êvarê dest pê dike heya 06:00`ê sibehê.

Di dema qedexeyê de tevgera çûn û hatina di navbera bajaran dê were qedexekirin. Ji bo parastina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji gelê xwe dixwazin ku papendî van perspektîfan bin, da ku hêzên me karibin bi erka xwe ya parastina ewlehî û istîqrara herêmê rabin.

Em ji hêzên xwe re serkeftina domdar dixwazin. ”